Li Montrealê ji jinan meşa aştiyê
Li bajarê Montreal ê Kanadayê, Komîsyona Jinan a Meclîsa Kurd a Demokratîk a Montrealê û komîsyonên ji 7 gelên cuda, bi awayekî hevpar meşa aştiyê li dar xistin.

Li bajarê Montreal ê Kanadayê jinan meşa aştiyê li dar xistin.
Meşa ku ji Rêya Saînt Catherîne destpê kir heta pêşiya avahiya Place des Artsê berdewam kir.
Di meşê de belavok hatin belavkirin, berdevkê komîsyona jinên Kurd daxuyaniya çapemeniyê xwend. Berdevk diyar kir ku di şeran de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Di heman demê de bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd.
Di meşê de bi taybet ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên demên dawî yên ku bi taybet jinên Kurd dikin hedef, çalakiyek hat lidarxistin. Yekê xwe li erdê dirêj kir û jinên din li derdorê lorandin. Di tevahiya çalakiyê de bi Kurdî, Fransî, Îngilîzî dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.