Li Gurgum, Denîzlî, Mûgla, Çankkale û Şenobayê Newroz hat pîrozkirin

Li navçeyên Elbistan û Bazarcix ên Mereşê, li Denîzlî, Mûgla, Çanakkale û li bajarokê Sêgirkê ya Şirnexê hezaran Newroz pîroz kirin.

Li navçeyên Elbistan û Bazarcix ên Mereşê, li Denîzlî, Mûgla, Çanakkale û li bajarokê Sêgirkê ya Şirnexê hezaran Newroz pîroz kirin.

GURGUM

Li navçeya Elbistan a Gurgumê bi tevlîbûna hezaran agirê Newrozê hat dadan. Parlamenterê Dîlokê yê HDP’ê Mahmût Togrûl, endamê Meclîsa HDP’ê Erkan Şahîn û bi sedan kes tevlî pîrozbaniyê bûn. Di pîrozbahiya ku jin bi cilên neteweyî tevlîbûn de dirûşmeyên “Newroz Pîroz Be” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Piştî rêzgirtinê, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl axivî, diyar kir ku cejna Newrozê li Silopiyayê Sêvêbûyin, li Cizîrê Mehmetbûyin e, anî ziman ku partiya wan ji bo jiyanek hevpar têdikoşe. Togrûl bal kişand ser qetlîam û qirkirinên li Kurdistanê, hevkariya AKP û DAIŞ’ê bi bîr xist û got: “Zîhniyeta Newrozê qedexe dike, ka bila biçe DAIŞ’a dibe bombe û xwe diteqîne rawestîne.”

Togrûl bal kişand ser konê AFAD’ê yê wê li Taxa Sivrîce Hoyuk a girêdayî navçeya Dûlkadîrbey a navenda Gurgumê bê danîn, got: “Kesên li van konan, an tecawizkar an jî dibin bombe û derdikevin.”

Piştî axaftinan, girseyê bi stranan li derdora agir govend gerand. 

BAZARCIX

Li Taxa Narli ya girêdayî navçeya Bazarcix a Gurgumê jî agirê Newrozê hat geşkirin. Girseya hat qada Newrozê rastî lêgerîna jendermeyan hat, di kontrolên GBT’ê re derbas bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl tevlî pîrozbahiya vir jî bû. Togrûl di axaftina xwe de dorpêçkirina qadê ya ji aliyê jendermeyan rexne kir, got: “Li şûna hûn li vir pîrozkirina Newrozê asteng bikin, ka biçin DAIŞ’wanên xwe diteqînin rawestînin.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat dadan û girseyê bi stranan govend gerand.

DENIZLÎ

Li Denizliyê cejna Newrozê ji aliyê hezaran ve hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Esentepeyê ya navçeya navendî Efendiyê hat pîrozkirin li gel Endamên Meclîsê yê HDP'ê Beyza Ustun û Ahmet Kaya bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta " Em pêşeroja xwe ji îro ve ava dikin" hat vekirin. Welatiyan bi rengê kesk, sor û zer qad xemilandin û di pîrozbahiyê de her dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Newroz Pîroz be" berz kirin. 

Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştî rêzgirtinê Endama Meclîsê beyza Ustun axivî. 

'Agirê we yî azadiyê pîroz be' 

Ustun diyar kir ku li hemberî ferasetên ku hemû cihêtiyan bin pê dike, wan bêriya jiyaneke azad kiriye û wiha got, "Zaf ji me tirsiyan. Ji ber wê ye li Sûrê, li Cizîrê, li Nisêbînê, li geverê, li Şirnexê dikujin. Ji ber wê ye ji Agiriyê heta Mûglayê rêvebirên me tên girtin û binçavkirin. Zaf ji me tirsiyan, lewra me zaf bêriya agirê azadiyê kiriye. Agirê we yî azadiyê pîroz be.."
Piştî axaftina Ustunê bi vêxistina agirê Newrozê re gel li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.

MÛGLA

Girseya li Tesîsên Fûar a Mûglayê li hev civiya, agirê Newrozê pêxist. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin, li dikê jî wêneyê Derya Koç a li Cizîrê ji aliyê çeteyên AKP’ê hate qetilkirin, her wiha pankarta “li dijî şer û hilweşînê em bi hev re jiyanê ava bikin” hate daliqandin. Di aktîvîteya ku Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Gulsum Agaoglû û Endama Meclîsa HDP’ê Adalet Aydin jî tê de amade bûn de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Geverê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Aktîvîte bi stranên hunermendan bi dawî bû.

ÇENEKKALE

Ji aliyê Walîtiya Çanakkaleyê ve pîrozbahiya Newrozê ya wê roja yekşemê bihata prîozkirin, hatibû qedexekirin. Piştî qedexekirina roja yekşemê gel îro li Otoparka Bazara Şemiyê ya li Taxa Esenlerê Newroz pîroz kirin. Gelek kes bi cil û bergên xwe yî netewî tevî partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl gelek kes beşdar bûn. 
Di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê HDP'ê yê Şeyhmûs Arslan axivî. Arslan diyar kir ku Newroz li Kurdistanê berxwedêriya li hemberî zilmê ye û Newroza gelan pîroz kir. 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin û li dor agirê Newrozê dirûşmeyên "Newroz pîroz be" hatin berzkirin û bi stranên berxwedêriyê govend gerandin.

SÊGIRKÊ

Gelê Şirnexê li “qedexeya Newrozê” ya Waliyê Şirnexê guhdar nake û Newrozê bi coş pîroz dike. Li bajarokê Sêgirkê ku piraniya xwe cerdevan in, agirê Newrozê pêket. Girseya li qadek vala ya navenda bajarok bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Botanê” li hev kom bû, agir dadan û govend gerandin.
Leşkerên dema pîrozbahiya Newrozê hatin bajarok bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Êrîşên ku gel jî bersiv danê, bi vekişandina leşkeran bi dawî bû.