KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Radovan Karacîç bi sûcdarkirina qirkirinê hat darizandin
Dadgeha Navneteweyî a Sûcên Şer, Serokê Sirb Radovan Karacîç ê kû li Bosnayê dijî, ji ber li Bosnayê sûce şer kiriye darizand. -
Çeteyan bi çekên giran êrîş kirin
Li Şedadê û Cerablûsê çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên giran ve êrîş kirin. -
Çeteyên SÛK’ê sivîlek qetil kirin
Ji aliyê çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (SÛK) û ENKS’ê ve Taxa Şêx Meqsûd tê bomberdûmankirin. Hat ragihandin ku di êrîşan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. -
Li Geverê tîmekî taybet hat kuştin
Li Geverê di teqinê de tîmekî taybet yê Tirk hat kuştin. -
Êzîdiyên ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin: Bi saya Rêber Apo û şervanan em serbilind in
Êzîdiyên ku DAIŞ’ê dîl girtibûn û di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo ji aliyê gerîlayên HPG û hêzên YBŞ-YJŞ’ê hatin rizgarkirin, gotin “Bi saya Serok Apo û şervanan em serbilind in” û tiştên jiyîn vegotin. -
YPS: Li dijî çeteyên Qesrê berxwedaneke berfireh tê meşandin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê destnîşan kir ku li hember êrîşên çeteyên Qesrê şerê berxwedanek berfireh tê meşandin. Di çalakiyan û şer de gelek çeteyên Qesrê hatin kuştin. -
HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin. -
Li Şirnexê şerên dijwar diqewimin
Li Vakifkent, Tekser, Gundogdû û Qada Omer Kabak ên Şirnexê ku barîqat û xendek lê nînin, şerên dijwar diqewimin. Piştî şer, taxên berxwedana xwerêveberiyê hatin topbarandin. -
Rapora têkîldarî êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Silopiyayê
ÎHD, TÎHV, MHD û Baroya Amedê têkîldarî êrîşên qirker ên li Silopiyayê raporek amade kirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku hêzên dewletê gelek kes bi zanebûn qetil kirine, bang li saziyên navneteweyî hatin kirin. -
'Ji bo rojbûna Ocalan em biherikin Amarayê'
TUHAD-FED'ê, ji bo çalakiyên bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got, "Ji bo 4 Nîsanê bibe wesîleya azadiya Birêz Ocalan, divê her kes biherike gundê Amarayê." -
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Adnan Bozkûrt û Azad Yilmaz ên li Oremarê di şer de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin, ber bi warên wan ve ji bo defnkirinê hatin şandin. -
Şaredariya Sûrê dest bi çandina tovên sebzeyan kir
Di çarçoveya xebatên ji bo bihêzkirina aboriya herêmî de şaredariya Sûrê ya Amedê dest bi çandina tovên sebzeyan kir. -
2 leşkerên din ên tîmên taybet hatin kuştin
Li Nisêbînê, li hemberî jendermeyên tîmên taybet ên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin nava taxan, çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. -
'Bi qasî yên li Brukselê komkujî kirine, AKP/Erdogan jî berpirsyar in'
Bayik: DAIŞ a ku hikûmeta AKP’ê ew xwedî kir û mezin kir careke din êrîşî Ewropayê kir. Careke din em destnîşan bikin mîna yên ev tevkujî pêk anîn hikûmeta AKP’ê jî berpirsyar e. Di serî de jî Gladyoya Qesrê û Tayyîp Erdogan berpirsyar in. -
YPG'ê nasnameya cangoriyekî xwe eşkere kir
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê Hewraman ê di sala 2014'an de li gundê Rawiya yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Goristana Şehîd Dîcle tê xemilandin
Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê, li nava Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li gundê Termikê dest bi çandan dar û gulan kir. -
Li Dêrsimê binçavkirin, li Cizîr û Mersînê girtin
AKP a ku bi komkujiyan re nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Dêrsimê 8 kes hatin binçavkirin, li Cizîr û Mersînê 3 kes hatin girtin. -
Li Geliyê Şîlo 5 çete hatin kuştin
Şervanên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê li Geliyê Şîlo di cih de bersiv dan êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û di şerê li vê derê de 5 çete hatin kuştin. -
HPG û YBŞ-YJŞ'ê 51 Êzidî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin
Gerîlayên HPG û hêzên YBŞ-YJŞ'ê 51 Kurdên Êzidî ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Li qadên gerîla pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin
Amed Malazgîrt piştî merasîma leşkerî, li ser wate û girîngiya rojê bi gerîlayan re civînek lidar xist û asta Newrozê ya roja îro vegot. -
Li Şirnexê 3 endamên tîmên taybet hatin kuştin
Li taxên Dîcle û Cûmhûriyet ên Şirnexê şerekî dijwar diqewime. Li gorî agahiyên destpêkê, di vî şerî de 3 endamên tîmên taybet ên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Fermandarê YBŞ'ê û gerîlayên HPG'ê bi merasîmekê hatin veşartin
Fermandarekî YBŞ'ê û 2 gerîlayên HPG'ê yên di Pêngava 'Tolhildana Şehîdên Şîlo' de roja 21'ê Adarê li rojavayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan, li çiyayê Şengalê bi merasîmeke leşkerî hatin veşartin. -
Bersiva li mesaja ji Amedê hat dayîn vekirina rêya Îmraliyê ye
Mehmet Ocalan: Gelê Amedê di Newrozê de mesaja pêwîst da Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê. Divê ev mesaj bê dîtin. -
Li Nisêbînê leşkerekî tîmên taybet' hatin kuştin, 4 ji birîndar bûn
Li Nisêbînê leşkerên 'tîmên taybet' ên Tirk dema diketin hundirê avahiyekê, teqînekê rû da. Di encamê del leşkerekî 'tîmên taybet' mir, 4 jî birîndar bûn. -
YBŞ: Ala têkoşînê ya hevalê Şengal wê li erdê nemîne
Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, endamê Meclîsa Leşkerî ya YBŞ'ê Şengal Şengalî û gerîla Erdal û Salih jiyana xwe ji dest dane û ew bibîr anî. Fermandariyê got, "Al û çeka têkoînê ya hevalê Şengal wê li erdê nemînin."