BI DÎMEN

YBŞ: Ala têkoşînê ya hevalê Şengal wê li erdê nemîne

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, endamê Meclîsa Leşkerî ya YBŞ'ê Şengal Şengalî û gerîla Erdal û Salih jiyana xwe ji dest dane û ew bibîr anî. Fermandariyê got, "Al û çeka têkoînê ya hevalê Şengal wê li erdê nemînin."

Fermandariya YBŞ'ê da zanîn, di çarçoveya 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo' de operasyonên wan ên li rojavayê Şengalê di roja 14. de ne. YBŞ'ê da xuyakirin, ku di nava demeke kurt de herêmeke berfireh ketiye bin kontrola hêzên wan û di encama operasyonên heta niha de bi dehan çete hatin kuştin, gelek ji cenazeyên wan di destê hêzên wan de ne. Fermandarê diyar kir, agahiyên berfireh ên li ser pêngavê wê piştî bidawîbûna operasyonê bi raya giştî re werin parvekirin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê wiha dewam kir:

"Di çarçoveya operasyona me, de gundê Medîban ê xwedî girîngiyeke stratejîk e, ev hefteyeke ji aliyê hêzên me ve hatiye dorpêçkirin û şerê li vir dewam dike. Li gundê medîbanê, roja Sêşemê (22.03.2016), mayînek berê ji aliyê çeteyan ve li malekê hatibû bicihkirin, dema hevalê me ketin hundirê xanî teqiya. Di encama teqînê de hevalên me Erdal, Salih û Şengal şehîd ketin.

Hevalê Şengal yek ji kadroyên destpêkê yên YBŞ'ê û endamê Meclîsa Leşkerî ya YBŞ'ê bû. Hevalê Şengal tevî 4 xwişk û birayên xwe tevlî nava refên YBŞ'ê bû û bi awayekî çalak cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Windakirina hevalê Şengal ji bo rêxistin û gelê me windahiyeke mezin e.

Hevalê Şengal ê ji roja destpêkê ve bi wêrekî, durustî û dilnizmiya xwe re di serî de di nava ciwanên me yên Êzidî de, cihê xwe di dilê hevalên têkoşînê de girt. Hevalê Şengal di heman demê de fermandarê pêşeng ê vê pêngavê ye.

Ji ber şehadeta hevalê Şengal, ku bi ruhê Şehîd Berxwedanan û Şehîd Bêrîvanan tevlî têkoşînê bû, em gelekî xemgîn in, ji malbata wî û tevahiya civaka xwe ya Êzidî re sersaxiyê dixwazin."

Di dewama daxuyaniya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de hat gotin, "Çek û ala hevalê Şengal wê li erdê nemîne. Em ê vî fermandarê leheng, vî ewladê leheng ê Êzîdxwanê di têkoşîna xwe de her tim bidin jiyîn.

Hevrêyên me Erdal û Salih jî ev salek bû li çiyayên Şengalê li hemberî barbariya DAIŞ'ê ji bo azadiya civaka me ya Êzidî bi fedekarî û biryardariyeke mezin cihê xwe li nava refên têkoşînê digirtin.

Di şexsê hevalên Şengal, Erdal û Salih de em hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya ji bo serketinê careke din dubare dikin."

NASNAMEYA ŞENGALÎ

Nasnamaya endamê Meclîsa Leşkerî ya YBŞ'ê bi vî rengî ye:

Nasnav: Şengal Şengalî
Nav paşnav: Îbrahîm Xelîl Salih
Navê Dayikê: Neam
Navê Bav: Xelîl Salih
Dem û cihê şehadetê: 21.03.2016/Şengal