'Bi qasî yên li Brukselê komkujî kirine, AKP/Erdogan jî berpirsyar in'

Bayik: DAIŞ a ku hikûmeta AKP’ê ew xwedî kir û mezin kir careke din êrîşî Ewropayê kir. Careke din em destnîşan bikin mîna yên ev tevkujî pêk anîn hikûmeta AKP’ê jî berpirsyar e. Di serî de jî Gladyoya Qesrê û Tayyîp Erdogan berpirsyar in.

Gotara Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a di rojnameyên Azadiya Welat û Yenîozgur Polîtîka de hat weşandin bi vî rengî ye:

"Tayyîp Erdogan ji bo rewşa ku Tirkiyeyê û cîhan xistiyê veşêre û rastiyan berevajî bike niha jî li dijî Tevgera Azadiya Kurd tevgera seferberiya qaşo li gorî ruhê Malazgirt, Çanakkale û rizgariya neteweyî banga şer û seferberiyê dike. Di dijminatiya beramberî kurdan de sînoran nas nake û qala ji nû ve li vegerandina nîştimanî ya van axan dike.

Bi vê yekê re dixwaze desteka ji bo dijminatiya li hemberî Kurdan û şerê qirêj zêde bike. Di dawiyê de mikur hat ka AKP gihandiye asta partiyeke çawa. Bi gotina, 'Bi MHP'ê re ne asgarî, aliyên me yên hevbeş ên azamî hene' re rûyê xwe yê rast nîşan da:

Ev jî dijminatiya li hemberî kurdan û tevkujiya li ser kurdan e. Bi şêwazeke din şîrovekirina vê banga Tayyip a ji bo MHP’ê wê were wateya çavgirtina li rastiyê.

Mîna ku PKK Tirkiyeyê parçe dike Tayyîp Erdogan seferberî îlan kir. Bi vê yekê re dixwaze şerê xwe yê kirêt rewa nîşan bide. Ti têkiliya şerê ku dewleta Tirk dimeşîne bi şerê Malazgirt, Çanakkale û Şerê Rizgariyê re tine ye.

Berevajî di şerê Melezgirt, Çanakkale û Şerê Rizgariyê de yên li kêleka wan cih girtin û destek dan da ku Tirk li van axan bibin xwedî hebûn niha di hedefa êrîşan de ne. Berevajî têkiliyên dîrokî yên Tirk-Kurdan di nav polîtîka û pratîkekê de ye. Kurd welatê ti kesî parçe nakin; li welatê xwe jiyaneke azad û demokratîk dixwazin. Berxwedana xwerêveberiyê jî ji bo kirina welatê hevbeş a Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê jî gotinên mîna cudakarî heye, em parastina welat dikin bi tevahî derew û demagojî ne. Di rastiyê de dixwazin Kurdan tine bikin û li ser polîtikaya li welatên wan dixwazin wan wekî kole bigirin.

Yên li Tirkiyeyê cudakariyê dikin; Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne ku yekîtiya gelê Kurd bi gelê Tirk re asteng dikin. Kurd dixwazin li welatê hevpar di nav neteweya demokratîk de bijîn. Bêyî ku rê bidin tevlîhevî û nezalaliyeke biçûk ev yek ji aliyê bîrdozî û polîtîk ve raxistine ber çavan.

Lê belê Tayyîp Erdogan dibêje welatê hevpar, jiyana hevpar tine ye; ez ê Kurdan tine bikim. Hevrebûna cudakariyan wê nebe; yekparêzî hebe, em ê we bikin Tirk. Polîtîkaya dimeşînin ev e; muşterek an hevbeşiyên bi MHP’ê re jî, ev in.

Bi van polîtîkayan re yên cudakariyê dike Erdogan û AKP ne. Li dij vê pêwîstî bi feraseta seferberiyeke demokratîk a yekîtiya demokratîk ava bike heye. Li dijî bloka faşîst a Tirkiyeyê ya xwe dispêre AKP-MHP’ê divê bloka demokrasiyê û seferberiyeke bi vî rengî pêk were.

Li dijî faşîzma AKP’ê seferberiya demokratîzekirina Tirkiyeyê! Li dij seferberiya şer a li dij gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, seferberiya demokrasiyê û aştiyê pêwist e.

Di rewşeke ku Erdogan di vê astê de dijminatiya demokrasiyê dike de, hêna jî belavbûyîmayîna hêzên demokrasiyê, di muşterekên asgarî de negihîştina hev nayê qebûlkirin. Di rewşa ku eniya faşîst di muşterekên azamî /hevbeşiyên herî zêde de gihîştiye hev divê hêzên demokrasiyê jî demildest di hevkariyê herî kêm/muşterekên asgarî de bibin yek. Li derdora bernameya demokrasiyê û aştiyeke adil bicivin.

Tayyîp Erdogan bi şev û roj tim diqîre ku ew natirsin, ew ê bitirsînin. Di rastiyê de tirsa têkçûna di şerê kirêt de dijîn. Ji encama şerê kirêt û hesabê ku di dawiyê de bidin ditirsin. Duh li kursiyê meclisê qîreqîrê Davûtoglû jî nîşan dide ka çiqasî di rewşeke tengav de ne.

Erdogan û Davûtoglû hewl didin li ser piyan bisekinin. Di rastiyê de mîna yê ku di ber goristanê re derbas dibe li fîtikan dixe Davûtoglû jî bi qîreqîrê hewl dide tirsa xwe ji holê rake. Ev qîrîn di rastiyê de mikurhatina tengezariya ku şerê kirêt ê dimeşînin ew xistinê de.

Dibêje wê teror winda bike, gel bi ser bikeve. Pirsgirêka ti kesî bi gelê Tirkiyeyê û neteweya tirk re tine ye. Lê belê Tayyîp Erdogan hewl dide gel û miletê Tirkiyeyê bike şirîkê şerê xwe yê kirêt. Ev polîtîkaya faşîst dimeşînin. Lê belê heta astekê bandora wê yekê hebe jî piştî demekê wê rastiya AKP’ê were dîtin, civaka Tirkiyeyê jî li dij AKP’ê helwestê bigire.

Kurdekî ku ji qareqara Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoglû bitirse tine ye. Rast e desthialtdariya AKP’ê zalim e. Zalimbûna xwe bi qetilkirina sivîlan û wêrankirina bajaran nîşan da.

Lê belê ev ji tirsê bêhtir hêrsa Kurdan zêde dike. Li pêşberî vê hêrsê desthilatdariya AKP’ê wê têk biçe û winda bike. Ya bi ser bikeve wê tevahiya gelên Tirkiyeyê bin. Ji xwe Tayyîp Erdogan û Davûtoglû bi vê tirsê dijîn. AKP tim PKK’ê hedef nîşan dide û dixwaze bi vê yekê hevkariya sûç a bi DAIŞ’ê re dimeşîne veşêre. Ne mijara gotinê ye ku AKP karibe ji têkiliya kirêt a bi DAIŞ’ê rizgar bibe. DAIŞ a ku hikûmeta AKP’ê ew xwedî kir û mezin kir careke din êrîşî Ewropayê kir. Careke din em destnîşan bikin mîna yên ev tevkujî pêk anîn hikûmeta AKP’ê jî berpirs e. Di serî de jî Gladyoya Qesrê û Tayyîp Erdogan berpirs e.

Dîsa Hakan Fîdan ê ku Tayyîp Erdogan wî mîna, 'kupikê siran' bi nav dike berpirs e. Erdogan ji bo Ewropa û DYA’yê bikişîne nav polîtîkayên xwe El Nûsra û DAIŞ’ê mîna amûreke siyasî bi kar tîne. Di nav DAIŞ, El Nûsra û Ahrar El Şam de Rêxistina Îstîxbarata Tirk MÎT bi bandor e. Gelek çalakiyên wan bi kordîne yan bandorkirina MÎT’ê pêk hatine.

Hesabê êrîşa Stenbol û Belçîkayê di serî de Tayyîp Erdogan divê ji hikûmeta AKP’ê were pirsîn. Ahmet Davûtoglû li ser rexneyên ku CHP’ê lê kirin dibêje, 'Ma li Ewropayê di vê mijarê de muxalefet hikûmetê sûcdar dikin' û dixwaze xwe bêguneh nîşan bide. Muqayesekirina xwe bi Ewropayê re demagojî ye; ji bo sergirtina sûc e. Desthilatdariyê li Ewropayê DAIŞ xwedî nekirin û mezin nekirin. Bi zanebûn û plan destek nedane DAIŞ’ê. Mîna desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên xwe, rêxistinên îstîxbaratê vekirî DAIŞ bihêz nekirin.

Bêguman divê ji desthilatdariya AKP’ê ya DAIŞ xwedî kir û mezin kir, hesab bê pirsîn.

Ji şerê li dij gelê Kurd hat destpêkirin û ji encamên vî şerî jî hikûmeta AKP’ê berpirs e. Ya ku hevdîtinên li Îmraliyê qut kir, Mutabaqata Dolmabahçeyê ku ji bo Tirkiyeyê hêvî afirandibû red kir, li dijî Rêberê Gelê Kurd tecrît meşand; hilbijartinên 7’ê Hezîranê tine hesiband û bijarka çareseriya demokratîk ji holê rakir û bijarka şer danî pêşiya Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê ye. Bêguman hikûmeta AKP’ê ji ber polîtîkayên şer ên hundir û derve û encamên ku afirandin wê hesab bide.

Eger Ewropa ji çalakiyên DAIŞ’ê Tayyîp Erdogan û AKP’ê berpirs negire ev wê were wateya bêcezamayina sûcdar. An lêgerîna sûcdar a li cihekî din. Eger nebînin ku hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê DAIŞ xwedî kirin wê li beranberî mexdûrên tevkujiyên DAIŞ’ê hemû bikevin rewşa sûcbariyê."