YPG'ê nasnameya cangoriyekî xwe eşkere kir

YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê Hewraman ê di sala 2014'an de li gundê Rawiya yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê Hewraman ê di sala 2014'an de li gundê Rawiya yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê bi vî rengî ye:

"Em bi gelên xwe yên welatparêz re îro nav û nasnameya hevalê xwe yên di sala 2014’an de şehîd ketiye parve dikin. Ji ber xebatên lekolînê ya zelalkirina nasnameya şehîd ewqas derengî ket em di serî de ji hevreyên xwe yên şehîd, piştre ji malbata wî û di dawî de ji hemû gelên xwe leborînê dixwazin.

Em wekî şervanên YPG û YPJ dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re dubare dikin û dibêjin heta em hebin wê kes nikaribe dest dirêjî vê axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bike."

Nasnameya şervanê jiyana xwe ji dest daye, wiha ye:

Navê Tevgerî: Şivan Hewraman
Nav: Zaniyar Qadir
Navê Dayikê: Şehle
Navê Bav: Cebar
Cihê Ji Dayikbûnê: Hewraman
Cih û dema şehadetê: Serêkaniyê/ Rawiya 28.05.2014