2 leşkerên din ên tîmên taybet hatin kuştin

Li Nisêbînê, li hemberî jendermeyên tîmên taybet ên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin nava taxan, çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku şer lê giran e,dema ku hêzên rejîma Tirk hewl dan bikevin nava taxan, teqînekê rû da. Teqînê saet di 13:00 de rû da û li gorî agahiyên destpêkê 2 jendermeyên tîmên taybet mirin, 6 jî birîndar bûn.

Danê sibehê jî dema leşkerên tîmên taybet kein hundirê avahiyekê, bombeya berê lê hatibû bicihkirin teqiyabû û di encamê de leşkerekî tîmê taybet miribû, 4 jî birîndar bûbûn.

Bi vî rengî îro li Nisêbînê 3 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.