Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê, li nava Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li gundê Termikê dest bi çandan dar û gulan kir.
EHMED DADALÎ
KOBANÊ / ANF
pêncşem, 24 adarê 2016, 12:18
Di Konferansa Malbatên Şehîdan de biryar hatibû dayîn, li nêzî goristanê bexçeyek bê avakirin û li nava goristanê gul bên çandin. Di çarçoveya vê biryarê de endamên saziyê îro li ser gorên şehîdan gul çandin û li aliyê rojavayê goristanê jî dest bi çandina daran kirin.
Der barê vê projeyê de endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Arif Balî agahî da û diyar kir, ji bo xemilandina goristana Şehîd Dîcle, wan dest bi çandina dar û gulan kirin.
Balî anî ziman ku goristana şehîdan ji bo xwedî girîngiyeke manewî ye û xemilandina wê weke erkekî ji bo xwe dibînin. Balî got: "Goristana Şehîd Dîcle ji bo me bûye weke ziyaretekê. Ew cihê qehreman û fedekaran e û divê em jî weke saziya Malbatên Şehîdan xwedî li wargehên xwe yên pîroz derkevin. Xemilandina goristanê erkeke wijdanî ye ji bo me."
Di dawiya axaftina xwe de Balî destnîşan kir ku bi nêzîkbûna 4 Nîsanê re ew çandiniya van gul û daran diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
Ji aliyê xwe ve jî endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Mislim diyar kir ku hîna gelek projeyên wan ji bo xemilandina goristana Şehîd Dîcle hene.