BI DÎMEN

Fermandarê YBŞ'ê û gerîlayên HPG'ê bi merasîmekê hatin veşartin

Fermandarekî YBŞ'ê û 2 gerîlayên HPG'ê yên di Pêngava 'Tolhildana Şehîdên Şîlo' de roja 21'ê Adarê li rojavayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan, li çiyayê Şengalê bi merasîmeke leşkerî hatin veşartin.

Piştî bi cih anîna wecîbeyên olî li kampa Serdeşt a Şengalê, cenazeyên ji fermandarên YBŞ'ê Şengal û gerîlayê HPG'ê Erdal Gabar bi konvoyeke dirêj a wesayîtan anîn Şehîdgeha Ş. Berxwedan Ş. Dilgeş. Cenaze li vê derê bi merasîmekê hatin veşartin.

Tevî şervanên YBŞ'ê û gerîlayên HPG'ê, girseyeke qelebalix tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de ji Fermandariya HPG'ê ya Şengalê Dilşer Herekol, Berdevkê Meclîsa Avakirinê ya Êzidiyan a Şengalê Xidir Alih û bavê fermandarê YBŞê Şengal Sahîh Xelîl, xwişk û birayên wî amade bûn.

Ji Fermandariya HPG'ê ya Şengalê Dilşer Herekol li merasîmê axivî û destnîşan kir, ku ji bo azadiya xaka pîroz ew amade ne bi her awayî berdêlan bidin.

Herekol got, "Em soza xwe ya têkoşînê di hizûra hevrêyên xwe şehîd Şengal û şehîd Erdal de careke din dubare dikin" û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Hevrê Şengal ji roja destpêkê ya fermanê û vir ve li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Ji roja destpêkê ve li hemberî fermana li dijî vê xaka pîroz, li dijî bawerî û gelê pîroz hat kirin, têkoşiya. Bila fikara kesî nebe; em ê vê xala azadiyê ya ji şehîdên xwe dewr girtine, heta serketinê hilgirin."

'EW HER TIM LI ENIYA BERXWEDANÊ BÛ'

Endamê Meclîsa Êzidiyan a Şengalê Xidir Salih jî got, "Em bi hevrêyên xwe şehîd Şengal û şehîd Erdal re serbilind in. Bi têkoşîna wan re îro serê me bilind e." Salih da xuyakirin, ku ew xwe weke malbata fermandarê YBŞ'ê Şengal û gerîlayê HPG'ê Erdal dibînin.

Salih got, "Şehîd Erdal kurê me, birayê me û hevrêyê me ye. Pîrê me mîna kurê me ew jî şuşt. Em ê şehîd Erdal û şehîd Şengal li cem hev veşêrin." Salih diyar kir, her du şervanan di oxira têkoşîneke pîroz de jiyana xwe ji dest dane.

Salih axaftina xwe wiha dewam kir, "Bila her kes zanibe, em bi van ewladên xwe re serbilind in. Bila dijminê me zanibin, bi van şehadetan re êdî bi hezaran Erdal û Şengalên me hene. Bi deh hezaran Viyan û Bêrîvanên me hene. Em ê her tim bersiva dijminên xwe bidin. Vî çiyayî ti carî serî li ber dijmin netewandiye. Bi hemû şehadetên xwe yên pîroz re serbilind bû. Weke malbatên şehîdan em li ba Melekê Tawiz û Xwedê malbatên şehîd in. Em bi vê jî serbilind in. Li pêşberî bîranînên şervanên azadiyê em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

Salih ragihand, ji fermandarên YBŞ'ê Şengal ji Tebaxa 2014'an û vir ve çek her tim di dest de bû û got, "Ew her tim li eniya berxwedanê bû. Di hemû pêngavan de cih girt. Îro jî tevlî karwanê şehîdan bû. Bila serê me hemûyan, serê hevrêyên wî sax be. Em hêza xwe ji şehîdên xwe werdigirin. Ev hêz wê Êzîdxanê azad bike."

'EM Ê HER TIM LI SER ŞOPA WAN BIMEŞIN'

Xwişka ji fermandarên YBŞ'ê Şengal Melez Xelîl Salih da xuyakirin, ku kekê wê ji roja destpêkê ve ji bo hilanîna tola mirovên di fermanê de hatine qetilkirin li refên berxwedanê cih girtiye û got, "Dizanîbû ku heta tola jinên Şengalê hilnîne, wê wijdanê wî rehet nebe. Wî jiyaneke bi wijdan û bi exlaq hilbijart. Di vê rê de şehîd ket. Ev rê hilbijart. Şehadeta kekê min bila diyarî be ji bo hemû gelê me û gelên bindest. Bi hezaran ji me wê navê şehîd Erdal ûş ehîd Şengal rakin. Em dizanin ancax bi dayîna berdêlan em dikarin azad bibin. Ji ber ku em ne birêxistin bûn, ev komkujî bi serê me de hat. Em êdî amade ne di vê oxirê de berdêlan bidin. Em careke din soza xwe ya dane Şehîd Erdal û Şehîd Şengal dubare dikin. Em ê her tim li ser şopa wan bimeşin."

'HÛN HEMÛ ŞENGAL IN, HÛN HEMÛ ERDAL IN'

Bav Xelîl Salih jî sersaxî ji her kesî re xwest û got, "Fermandar Şengal fedaiyê ax, gel û ola xwe ye."

Û wiha dewam kir: "Weke malbata Şengal em pê serbilind in. Bi kurê xwe re em serbilind in. Hûn hemû ji bo min Şengal in, hemû Erdal in. Xwedê we biparêze."

Di merasîmê de dirûşma "Şehîd Namirin" hat qîrîn û li ser wasiyeta Fermandarê YBŞ'ê Şengal, li ser gora wî hemû beşdaran bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê xwendin.

...