Li Şirnexê şerên dijwar diqewimin

Li Vakifkent, Tekser, Gundogdû û Qada Omer Kabak ên Şirnexê ku barîqat û xendek lê nînin, şerên dijwar diqewimin. Piştî şer, taxên berxwedana xwerêveberiyê hatin topbarandin.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP’ê di roja 10’emîn de dewam dike. Piştî êrîşên ji duh ve bi obus û hewanan, bêdengiya danê sibehê şerên li taxên ku xendek û barîqat lê nînin xera kir. Li Qada Omer Kabak û taxên Îsmetpaşa, Tekser û Gundogdû ku xendek û barîqat lê nînin, şerên dijwar qewimîn. 

Piştî şerên dijwar ên li qada nêzî 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan, tax ji nû ve bi tank, obus, hewan û çekên giran hatin bombekirin. Taxên Cûmhûriyet, Yenîmahalle, Bahçelîevler, Dîcle û Îsmetpaşa bi awayekî zêde tên bombekirin. Piştî şer, hate dîtin ku gelek ambûlans çûn  23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.

Her wiha hate hînbûn ku çeteyên AKP’ê welatiyên li Taxa Vakifkentê bi darê zorê ji taxê derdixin. Li gor agahiyên ji şêniyên taxê, bi hinceta wê tankan li qada Goristana Vakifkentê bi cih bikin, hewl didin welatiyan ji taxan derxin.