Cenazeyên gerîlayên HPG'ê hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Adnan Bozkûrt û Azad Yilmaz ên li Oremarê di şer de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin, ber bi warên wan ve ji bo defnkirinê hatin şandin.

Cenazeyên 2 gerîlayên HPG'ê yên di şerê roja 15'ê Adarê ya li herêma Oremar a li navçeya Colemêrg Geverê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.
Cenazeyên Adnan Bozkûrt (Baz Rêzan) ê ji Colemêrgê û Azad Yilmaz (Rênas Devrîm) ê ji Mêrdînê, ku ji bo tespîtkirina nasnameyên wan rakiribûn Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, danê sibehê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.
Malbatan dûre cenazeyên xwe wergirtin û ji bo defnkirinê yê Bozkûrt bir gundê Rêzan ê navenda Colemêrgê û yê Yilmaz jî bir navçeya Mêrdîn Qoserê.