Bersiva li mesaja ji Amedê hat dayîn vekirina rêya Îmraliyê ye
Mehmet Ocalan: Gelê Amedê di Newrozê de mesaja pêwîst da Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê. Divê ev mesaj bê dîtin.
Mehmet Ocalan: Gelê Amedê di Newrozê de mesaja pêwîst da Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê. Divê ev mesaj bê dîtin.
Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku bi sed hezaran kesî di Newroza li Amedê de destnîşan kirine ku mûxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd û sermuzakerevan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mehmet Ocalan xwest, derhal pêşî li çûn û hatina Îmraliyê were vekirin û bersiv ji peyama Newroza Amedê re were dayîn.
Bi sed hezaran kesên berî 3 rojan li Amedê li hev civiyan dan xuyakirin, ku yekane hêza dikare vî şerê dijwar bisekinîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan der barê mesaja gelê Kurd a di Newrozê de da û tecrîda li ser Ocalan de ji ANF'ê re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir, divê mesaja li Newroza Amedê hat dayîn bi awayekî rasteqîn bê şopandin û bê dîtin. Mehmet Ocalan destnîşan kir, ku ji bo dawîanîna li komkujiyên li bajarên Kurdan, afirandina çareseriyekê şert e. Mehmet Ocalan anî ziman, tevî hemû zor û zehmetiyan jî gelê Amedê di Newroza 2016'an de rastiya xwe careke din daniye holê, mesaj daye tevahiya cîhanê û got, "Gelê Amedê di Newrozê de mesaja pêwîst da Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê. Divê ev mesaj bê dîtin. Girîng e were zanîn ku mifteya çareseriyê ku der e. Bi sed hezaran kesên di Newroza Amedê de li hev civiyan nîşan dan ku mifteya çareseriyê li Girava Îmraliyê ye. Nîşan da ku mûxatabê pirsgirêkê Rêberê Gelê Kurd Ocalan e."
'MAFÊ SEROK APO JÎ HEYE KU LI SER PÊVAJOYÊ NÊRÎNÊN XWE BILÊV BIKE'
Mehmet Ocalan da zanîn, ku eger daxwazeke çareseriyê ya AKP û dewletê hebe, divê derhal rêya Girava Îmraliyê veke, bi Ocalan re li dora maseya muzakereyê vegere û got, "Hiqûq ji her kesî re lazim e. Nahêlin bi heyetan re hevdîtinê bike. Nahêlin parêzerên xwe bibîne. Nahêlin me malbatan bibîne. Pêwîste Ocalan der hal karibe bi heyetê re, bi parêzeran re yan jî bi malbatê re hevdîtinê bike. Hevdîtina bi Serok Apo re mafê em yê qanûnî ye. Em bi tenê mafê xwe yê qanûnî dixwazin. Weke malbat ev du sal in em nikarin wî bibînin. Eger hevdîtin werin kirin, wê ev xwîna dirije, bê sekinandin. Eger nahêlin heyet û parêzer wî bibînin, qet nebe bila bihêlin em biçin hevdîtinê. Her kes dizane bandora Serok Apo di kîjan astê de li ser gel heye. Eger gotineke wî li ser vê pêvajoyê hebe, mafê wî ye bi rêya van hevdîtinan bilêv bike."
'DIVÊ BERSIV JI MESAJA LI AMEDÊ RE WERE DAYÎN'
Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku divê mesaja li Newroza Amedê hat dayîn bê dîtin û derhal pêşî li hevdîtina heyetê, parêzeran û malbatê bi Ocalan re were vekirin û got, "Hemû gel dixwazin ev xwîna dirije tavilê were sekinandin. Gel dixwazin çareserî bi lezgînî pêk were. Û dizanin ku yê dikare vê bike jî Serok Apo ye. Ez 17 salan çûm Girava Îmraliyê û hatim. Ji aliyê çareseriyê ve ez gelekî baş bi giraniya Serok Apo zanim. Şert û merc çi dibe bila bibe, Serok Apo wê ji sedî sed rêyeke çareseriyê bibîne û pêşkêş bike. AKP û dewlet gelekî baş bi vê zanin. Eger AKP û dewlet dixwaze xwîn bes bê rijandin, divê pêşî li rêya Îmraliyê veke û li maseyê vegere. Her kesî li mesaja li Amedê hat dayîn guhdarî kir û dît. Li pêşberî vê yekê, çi berpirsyarî dikeve ser milê kê, divê wê biek. Di rewşeke berevajî de wê pêşî li rijandina vê xwînê neyê girtin."