KURDISTAN
Dîlek Oz a ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, di çalakiya bîranînê ya ku li Amedê ku Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn de axivî wiha got, “Eger em di 14ê Tîrmehê de xwe deyndar hîs dikin, pêwîst e em wan karên ku layiqî
Di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li ber Girtîgeha bi Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya berxwedanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de hate kirin.
Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne."
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Li Geverê avahiya çeteyên Qesrê ketinê teqiya
Li navçeya Gever a Colemêrgê ku berxwedan lê didome, di dibistaneke ku çeteyên Qesrê ketinê de teqînek mezin pêk hat. Di encama teqînê de avahiya dibistanê bû topek agir, tê gotin ku mirî û birîndar hene.
-
Li Helebê şerên dijwar
Di navbera çeteyên SÛKû ENKS’ê yên ji sê baskan êrîşî Şexmeqsudê kirin û şervanên YPG’ê de şerên dijwar diqêwimin.
-
Li Şirnexê tevgera helîkopteran
Çeteyên Qesrê yên nikarin li Şirnexê bikevin taxên berxwedanê, kolandina çeperên derdora bajêr didomînin. Li bajarê ku bombekirina top û obusan dewam dike, tevgera helîkopteran balê dikşîne.
-
Hevseroka DBP'î hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hevseroka DBP'ê ya bajaroka Dêrgûlê Aziye Durak li bajarokê Qesirgê hat binçavkirin û bi wesayîtên zirxî birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.
-
-
Arjîn Garzan û hevalên wê li Bedlîsê hatin bibîranîn
Ji Fermandarên Eyaleta Garzanê Leyla Altan (Arjîn Garzan) û 14 gerîlayên YJA Starê yên di şerê 2012’an li bejahiya gundê Olek ê girêdayî Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dan, li Bedlîsê bi aktîvîteyekê ve hatin bibîranîn.
-
-
-
-
-
-
Cenazeyê Yilmaz hate definkirin
Cenazeyê Eyup Yilmaz ê ku li taxa Ben û Sen a Amedê di teqînê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê hate definkirin.
-
Artêşa Tirk Geliyê Avaşîn bombe kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer Geliyê Avaşîn û helîkopterên Kobra qada gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê bombe kirine.
-
HPG: Li Qereqola Mermer a Licê 28 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkîldarî çalakiya duh a li hember qereqola Mermer a li rêya Amed-Licê daxuyanî da, got çalakî ji aliyê ‘Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şevger’ hatiye lidarxistin û bi zelalî 28 leşker hatine kuştin.
-
Dewleta Tirk topan li Farqînê dibarîne
Ji ber operasyona leşkerî ya artêşa Tirk a li bejahiya Farqînê, şer diqewime. Hat ragihandin, li 18 gund û gundikan derketina derve hatiye qedexekirin. Dewleta Tirk her wiha topan li navenda navçeyê dibarîne.