Li Şirnexê tevgera helîkopteran

Çeteyên Qesrê yên nikarin li Şirnexê bikevin taxên berxwedanê, kolandina çeperên derdora bajêr didomînin. Li bajarê ku bombekirina top û obusan dewam dike, tevgera helîkopteran balê dikşîne.

Çeteyên Qesrê yên nikarin li Şirnexê bikevin taxên berxwedanê, kolandina çeperên derdora bajêr didomînin. Li bajarê ku bombekirina top û obusan dewam dike, tevgera helîkopteran balê dikşîne.

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê 11 roj li pey xwe hişt, tax bi awayekî dijwar tên bombekirin. Li bajar ji danê êvarî ve bombekirina bi top, obus û hewanan zêde bû. Hêzên çekdar bi taybet taxên Yenîmahalle û Bahçelîevler dan ber topan. Agirê ku ji ber topên li malan ketiye derket, tebeqeyeke reş li asîmanên bajêr çêkir.

Çekdarên rejîmê yên ku endamên êrîşên wan ên li ser taxên berxwedanê ji aliyê endamên YPS/YPS Jinê hatin şkandin, li derdora bajar dest bi kolana çeperên nû kirin. Li dora rêya derdor a diçe 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan bi kepçeyên di bin ewlehiya wesayîtê zirxî de çeper tên kolandin.

Her wiha, li bajarê ku hewaya wê bi mij e, helîkopterên Skorsky li qada çiyayên Cûdî û Gabarê nizm firiyan. Hate dîtin ku gelek helîkopterên ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan li ser bajar difire.

Li ser bajêr bombekirina bi top û obusan bi navber dewam dike.