Cenazeyê Yilmaz hate definkirin
Cenazeyê Eyup Yilmaz ê ku li taxa Ben û Sen a Amedê di teqînê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê hate definkirin.
Cenazeyê Eyup Yilmaz ê ku li taxa Ben û Sen a Amedê di teqînê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê hate definkirin.
Cenazeyê Eyup yilmaz (19) ê ku li taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîrê ya Amerê li kolana Koşker Camî di 1'ê Adarê de di teqîna çêbû de jiyana xwe ji dest da ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî hate wergirtin û li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Cenazeyê ku ji nexweşxaneyê bi konvoyê ve hate wergritin birin goristanê û li vir wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Li goristanê heta cihê ku wê bê definkirin bi meşê birin û di meşê de dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e" "Şehîd namirin" "Bijî berxwedana Sûrê" hatin berzkirin û wêneyê Yilmaz hatin hilgirtin. Piştî ku cenaze hate definkirin bi sirûda çerxa şoreşê rêz hate girtin.
Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle li goristanê axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna Yilmaz bidomînin û xwedî lê derkevin.
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî bilêv kir ku li Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn û her derê Kurdistanê li dijî feraseta faşîst berxwedaneke qehremanî heye û ji bo jiyaneke azad û pêşerojeke azad li ber xwe didin.
Dayika Yilmaz, Ayten Yilmaz a ku piştre hate ser gora kurê xwe jî kevirê gora kurê xwe maçî kir û lorand.
Ji bo Yilmaz li Mala Şînê ya Temîra sersaxî hate danîn.