Dewleta Tirk topan li Farqînê dibarîne
Ji ber operasyona leşkerî ya artêşa Tirk a li bejahiya Farqînê, şer diqewime. Hat ragihandin, li 18 gund û gundikan derketina derve hatiye qedexekirin. Dewleta Tirk her wiha topan li navenda navçeyê dibarîne.

Alîkara Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman, ku qedexeya derketina derve li navenda bajêr nîne, lê li gundên di statuya navçeyê de ne, heye.
Tekîner got, "Li hemberî herêma gelekî nêzî navenda navçeyê ye, top tên barandin. Lê heta niha li ser şerê diqewime, agahiyeke zelal negihaştiye ber destê me. Li gelek gund û gundikên Farqînê derketina derve hatiye qedexekirin, lê ti agahî nedane me."