Malbatên ji Kobanê yên li Rihayê li benda vegerê ne
Malbatên Kobanêyî yên hatine Rihayê, bi xewn û xeyala vegera li cih û warên xwe dijîn.
Malbatên Kobanêyî yên hatine Rihayê, bi xewn û xeyala vegera li cih û warên xwe dijîn.
Malbatên ji Kobanê yên ji ber êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên çeteyên DAIŞ'ê neçar man warê xwe biterikînin û bên Rihayê, li bendê ne ku şert û merc guncawa bibin û vegerin warê xwe.
'EM BI HESRETA WARÊ XWE, AXA XWE NE'
Yaza Bêkir (67) a li gundekî Kobanê dijiya, lê ji ber gundê wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat şewitandin û xerakirin bê mal ba û kurê wê yê bi tenê Fûad winda bû û careke din agahî jê nehat girtin, tevî hemû êşên kişandiye jî li benda roja vegera li Kobanê ye. Bêkir anî ziman ku ew li Kobanê dixebitîn, kêfxweş bûn û diyar kir, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, ew ji cih û warên xwe bûne. Bêkir da zanîn, ew hewl didin bi desteka gelê Kurd ê welatparêz ê li Bakurê Kurdistanê li ser piyan bimînin û got, "Çeteyan her tiştên me talan û wêran kirin. Tiştekî me nema. Ev sal û nîveke em li vir li penaberiyê dijîn. Em di her kêliyê de bi hesreta warê xwe dijîn. Me heval û hogirên xwe winda kirin. Em li benda guncawbûna şert û mercan û vegera li cih û warên xwe ne."
'EM DIXWAZIN LI CIH Û WARÊN XWE VEGERIN'
Siyam Berkelê ya 34 salî da xuyakirin, ku di dema êrîşa li hemberî Kobanê de êşa wan kişandine ne ya vegotinê ye û ragihand, ji ber tirs û travmaya psîkolojîk a 3 keç û 2 kurên wê yên zarok, ew hatine Rihayê. Berkelê da xuyakirin, ku eger şert û merc guncaw bibin ew ê vegerin Kobanê û got, "Em ji neçarî hatin li Rihayê bi cih bûn. Di dema êrîşên çeteya de zilmeke mezin li me hat kirin. Naxwe me warê xwe nediterikand. Ji bo rizgarkirina zarokên xwe, em neçarî ji kobanê derketin. Me gelekî bêriya cih û warên xwe kirine. Ti cih nabe mîna axa mirov lê ji dayik bûne û mezin bûne. Em qebûl nakin ku Ereb bi çeteyan re bibin yek û êrîşî me bikin. Berê cîranên me bûn. Lê belê di dema êrîşan de bi çeteyan re bûn yek û êrîşî me kirin. Em dixwazin li cih û warên xwe vegerin. Bi guncawbûna şert û mercan re em dixwazin vegerin. Ji bo jiyana li ser axa xwe, divê êdî Kurd hemû bibin yek."
'ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê DEST JI WELATÊ XWE BERNEDIN'
Fatma Hecî Elî ya 65 salî ku di destpêka êrîşan de ji gund bar kirin navenda Kobanê û ji navenda Kobanê jî ji ber êrîşên çeteyan neçar man derbasî Pirsûsê bibin got, "Li Bakurê Kurdistanê bi alîkariya gelê welatparêz em hewl didin jiyana xwe bidomînin. Gelê me yê li vir alîkarî da me. Wan ji me re cihê mayînê peyda kirin. Tiştek ji destê me ne dihat. Bi destê me girtin. Yekane daxwaze min ew e ku welatê me mîna berê bibe û em lê vegerin. Em dixwazin êdî ev şer bi dawî bibe û çareserî pêk were. Çi dibe bila bibe em ê dest ji welatê xwe bernedin. Em niha dixwazin vegerin Kobanê, lê cihek nîne em lê bimînin, lewma em nikarin biçin. Dema li Kobanê rewş hinekî din guncaw bû, em ê li warê xwe vegerin. Em ê li axa xwe ya lê ji dayik bûne vegerin. Me gelekî bêriya warê xwe kirine."