Ji gerîlayên nû banga xwedîderketina li kelehên berxwedanê
Ji Zanîngeha Colemêrgê Simko Agirî, ji Zanîngeha Sêwasê Arnos Haymana û ji Zanîngeha Erzîromê jî Mahîr Semsûr ên nû tevlî nava refên gerîla bûne, banga xwedîdeketina li kelehên berxwedanê yên li Sûr, Cizîr û Hezexê kirin.
JIYAN TÊKOŞÎN / GULGEŞ SERHAT
BEHDÎNAN
şemî, 26 adarê 2016, 07:38
Ji ber şerê dewlet li Kurdistanê dimeşîne, ciwanên Kurd berê xwe didin çiyayê azad. Ji Zanîngeha Colemêrgê Simko Agirî, ji Zanîngeha Sêwasê Arnos Haymana û ji Zanîngeha Erzîromê jî Mahîr Semsûr ên nû tevlî nava refên gerîla bûne, banga xwedîdeketina li kelehên berxwedanê yên li Sûr, Cizîr û Hezexê kirin.
AGIRÎ: DIVÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN ÇIYÊ Û KOLANÊN BERXWEDANÊ
Simko Agirî yê ji Zanîngeha Colemêrgê tevlî refên PKK'ê bû bal kişand ser rastiya şerê li Kurdistanê û got, "Dijmin bi hemû lîstikên xwe yên kirêt û taktîkên xwe yên şerê taybet re êrîş dike. Her roj dayik digirîn. Hêviya me ya herî mezin ew e ku mirov nemirin, êş neyên kişandin. Lê belê hêzên serdest, dîktator û emperyalîstên ku ji bilî berxwedanê ti rê ji me re nehiştine divê baş zanibin; vî gelî her tim li ber xwe daye û wê ji niha û pê ve jî li ber xwe bide. Bila vê ti carî ji bîr nekin; wê nikaribin vîna gel bişikînin. Wê nikaribin gerîla û gel li hev dûr bixîne. Di nava her ciwanekî Kurd de bersivek heye ku bide dijmin. Bila vê bersiva xwe dereng nexînin. Bila rastiyên winda kirine, li çiyayên Kurdistanê li wan bigirin. Banga min li ciwanên Kurd e; berxwedana gel a li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Geverê silav bikin. Berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê, bidin kolanên berxwedanê. Bi rastiya xwe re bibin ye."
HAYMANA: PÊWÎSTE HER DEVERA KURDISTANÊ VEGUHERE KELEHA BERXWEDANÊ
Arnos Haymana ê li Haymana ji dayik bû diyar kir, ew li Zanîngeha Sêwasê xwendekar bû û got, "Min li zanîngehê rêxistinbûyîna ciwanan nas kir. Tiştekî min ber bi hevalan ve dikişand. Me her tişt bi hevkarî dikir. Dijmin her roj zext li me dikir, gef li me dixwar. Li malbatên me digeriya û digotin 'zarokên xwe vekişînin'. Vê yekê ez hîn bêhtir nêzî hevalan min. Di demeke bi vî rengî de gelek hevalên min hatin girtin."
Haymana da xuyakirin, ku biryar daye tevlî refên azadiyê yê li Kurdistanê bibe û got, "Tevî komek ji hevalan re em tevlî nava refên têkoşînê bûn. Dijminên gelê Kurd ji her derê êrîş dikin. Pêwîste her kes di vê demê de bersivekê bide dijmin. Di demeke bi vî rengî de bêdengmayîn xiyanet e. Pêwîste gelê Kurd bi serbilindî, her cihê lê dijî veguherîne qada berxwedanê."
SEMSÛR: EM JI ÇIYAYÊN AZAD, PÊŞEROJEKE AZAD BI HEV RE AVA BIKIN
Mahîr Semsûr ê ji Zanîngeha Erzîromê tevlî nava refên gerîla bû da zanîn, ku gotina 'werin siyaseta xwe li qada legal bikin' di rewşa heyî de rasteqîn nîne û got, "Ji bilî çekê ti rê ji me re nehiştin. Me dît, ku ji bilî çiyayên azad cihekî em biçin nîne. Ji zarokatiya xwe bala min li ser partiyê hebû. Piştî ku min rastiya dijmin dît, biryar da tevlî bibim. Her tiştên dijmin di nava min de rê li ber hêrs û kînê vekir. Sîstemê mirov hemû xistiye bin kontrola xwe. Kes ne dikare baxive, ne jî dikare bi çanda xwe bijî. Civak êdî ji civakbûnê derketiye."
Semsûr banga xwedîderketina li kelehên berxwedanê yên li Sûr, Cizîr û Hezexê kir û ji ciwanên Kurd re got, "Werin em bi hev re ji çiyayên azad pêşerojeke azad ava bikin."