Salman: Hesekê wê di avakirina sîstema federal de rola sereke bilîze
Yek ji rûspiyên mezintirîn eşîrên Ereb ên li herêma Hesekê Cîbûrî û endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê parêzer Ahmet Salman ji ANF'ê re axivî.
Yek ji rûspiyên mezintirîn eşîrên Ereb ên li herêma Hesekê Cîbûrî û endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê parêzer Ahmet Salman ji ANF'ê re axivî.
Ji damezrînerên sîstema federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê rûspiyê eşîra Cîbûrî ku nifûsa vê eşîrê bi qasî sed hezar e Salman got, "Cîbûrî wê di avakirina civakî ya sîstema federal de roleke erênî bilîze. Hesekê wê di avakirina sîstema federal de rola sereke bilîze."
Yek ji rûspiyên mezintirîn eşîrên Ereb ên li herêma Hesekê Cîbûrî û endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê parêzer Ahmet Salman ji ANF'ê re axivî.
Parêzer Salman da xuyakirin, ku eşîra wan digihêje Erebîstana Siûdî, ji wir debasî Sûriye, Tirkiye û Iraqê bûne û nifûsa eşîra wan bi qasî sed hezarî ye. Salman ragihand, piraniya endamên eşîrê li Kantona Cizîrê, Reqqa û Dêrazor dijîn û got, "Beşek ji eşîra me jî li Iraq û Tirkiyeyê ne. Piştî şoreşa Sûriyeyê beşek ji eşîra me koçî Tirkiyeyê û Erebîstana Siûdî kirin. Çend ji eşîrên di bin sîwana Eşîra Cîbûrî de cih digirin El Milxim, El Dilîm, El Salîp, El Cehş, El Miammira ne."
'REWŞENBÎR Û CIWANAN DESTEK DAN ŞOREŞÊ'
Salman da zanîn, ku desteka wan ji bo Şoreşa Rojava demdirêj e û got, "Hin endamên eşîrê bi awayekî neyînî nêzî şoreşê bûn. Lê belê ev kes bi giranî yên nezan û bi sîstemê ve girêdayî bûn. Lê rewşenbîr û nivîskarên eşîrê ji destpêkê ve bi xurtî tevlî Şoreşa Rojava bûn. Piraniya vê eşîrê, bi taybetî jî ciwan bi erênî nêzî şoreşê bûn."
Salman bal kişand ser rola eşîra wan di avakirina sîstema federal de û got, "Piştî avakirin û ragihandina sîstema federal, rola me ya erênî mezintir bû. Cîbûrî wê di avakirina sîstema civakî de roleke erênî bilîze." Salman bibîr xist, ku eşîrên ser bi Cîbûrî beriya niha di nava saziyên siyasî û leşkerî yên xweseriya demokratîk de wezîfeyên çalak bi cih anîn, hînê jî bi vê berpirsyariyê radibin û destnîşan kir, ku armanca wan a bingehîn avakirina Sûriyeya demokratîk e."
'TIRKIYE JI ROJAVA DITIRSE'
Salman di dewama axaftina xwe de ragihand, ku dewleta Tirk ji avakirina sîstema federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ditirse û got, "Dewleta Tirk ji Kurdbûna piraniya pekhateyên Rojava-Bakurê Sûriyeyê ditirse. Û vê ji xwe re dike bahane. Dewleta Tirk li hemberî hemû gelên daxwaza azadiyê dikin, derdikevin û helwesteke dijber nîşan dide. Ji ber vê yekê her ku diçe ji nirxên xwe yên demokratîk dûr dikeve û faşîzan dibe."
'GEL DILSOZIYA XWE NÎŞAN DA'
Parêzer Ahmet Salman herî dawî got, "Sîstema federal wê li Hesekê ya mozaîka gelan roleke erênî bilîze. Gelên bajêr û çalakî û desteka xwe re nîşan dan ku dilsozê sîstema federal in. Hesekê di rewşeke zor û zehmet re derbas bû. Mirin, dorpêçî, hilweşandin jî di nav de ji her awayî ve rastî terorê hat. Lewma ji aliyê pirsgirêka herêmî û çareseriyê ve Hesekê ji herêmên din cudatir e. Li Hesekê gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî hene. Ev dewlemendiya Hesekê ye û ji bo avakirina sîstema federal zemîneke erênî ye. Lewma Hesekê wê di avakirina sîstema federal de rola sereke bilîze."