KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li wargeha ji konan şewat derket: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li wargeheke ji konan a li navçeya Mêrdîn Dêrikê, ku koçberên Sûriyeyî lê dimînin, danê vê sibehê şewat derket. Ji ber şewatê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn. -
Karayilan ji gerîla re axivî: Pêvajoya biharê ya dîrokî destpê kir
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Mûrat Karaylian, bi wesîleya 30. salvegera şehadeta fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji gerîlayên Kurdistanê re axivî. -
Bombe li Nisêbînê tên barandin
Di roja 16. a qedexeya derketina derve de, taxên Kişla û Zeynelabîdîn ên Nisêbînê bi topên hawanê tên bombekirin. -
'Ya ku îro li dijî DAIŞ û dewleta Tirk şer dike, ruhê Mazlûm û Egîdan e'
Fermandarê Eniya Kerkûkê Cemal Andok got, "Di sala 2016'an bi xurtkirina xeta têkoşînê re, di şexsê şehîd Egîd û Mazlûm Dogan de em ê armancên hemû şehîdên xwe bi cih bînin." -
Çeteyan êrîşî herêma Minixê kirin
Çeteyên Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ya ser bi AKP'ê û çeteyên ENKS'ê êrîşî herêma Vêlat El Qazî ya li nêzî gundê Minixê kirin. -
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê 15 gerîla û şervan bibîr anî
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, 15 gerîla û şervanên ji Başûrê Kurdistanê yên di meha Adarê ya salên cuda de li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. -
Rêbaza şer û jiyanê ya PKK'ê: Fermandarê efsanewî Egîd
Komate got, "Rêbaza şer û jiyanê ya PKK'ê ye. Min bi hevalê Mahsûm re ev dît" diyar kir, ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê ya girîng ew e ku rêya hevalê Egîd baş fêm bike û li ser şopa wî bimeşe. -
"Pêwîstiye gel bi leşker, polîs û hîn bêhtir 'ewlekariyê' nîne"
Hevseroka SES Şaxê Amedê Selma Atabey bang li Wezîrê Tenduristiyê kir û got, "Pêwîstiya gel niha bi leşker, polîs û hîn bêhtir 'ewlekariyê' nîne. Pêwîstiya xwe bi xizmetên civakî, bi taybetî bi xizmetên tenduristiyê heye." -
Polîsan li Wanê ciwanek înfaz kirin
Polîsên bi ser sehaya fitbolê ya li Taxa Valî Mîthat Bey a li navçeya Îpekyolû ya Wanê girtin ciwanek înfaz kirin. -
Li Şirnexê li hember konvoya Walî çalakî
Li Şirnexê hêzên YPS/YPS-JIN’ê di saetên êvarî de li hemberî Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû çalakiyeke li dar xistin. -
Hewara edaletê ya ji bo Roboskiyê di meha 51. de ye
Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê, bi daxwaza “Ji bo Roboskiyê edalet û berpirs bên dadgehkirin” li Qada Galatasarayê daxuyaniyek da. -
Li Kolnê aktivîteya Hefteya Qehremantiyê
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi boneya Hefteya Qehremantiyê civînek hate lidarxistin. Civîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê hate lidarxistin, bi deqeyekê rêzgirtinê destpêkir. -
‘Pirsgirêkên civakî bi mezinkirina rêxistinbûyina jinê wê bên derbaskirin’
Li Marsîlyayê kongreya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan hate lidarxistin. Di kongreyê de hat diyarkirin ku pêwîst e di pêvajoya pêş me de rêxistinbûyina jinê bê mezinkirin. -
Li Geverê teqînên mezin pêk tên: Gelek JOH û POH mirin
Li navçeya Gever a ku şer dijwar dibe, li Taxa Cûmhûriyetê 2 teqînên mezin pêk hatin. Di encam de gelek JOH û POH hatin kuştin. -
Kepçeya ku xwest bikeve taxê hat îmhakirin
Li Taxa Kişla ya Nisebînê ji saetên sibehê ve şer berdewam dikin û kepçeya ku xwest bikeve taxê hat îmhakirin. -
Serpelê li Geverê birîndar bibû mir
Li navçeya Geverê serpelê bi navê Erdem Keskîn ê ji Kelkît a Gumuşhaneyê re li GATA ya ku dihat dermankirin mir. -
Li Şêxmeqsûdê welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li Taxa Şêxmeqsûdê di encama gulebarankirina çeteyên opozîsyonê ku ENKS jî cihê xwe tê de digire , welatiyekî jiyana xwe ji dest da û du welatî jî birîndar bûn. -
YPS: Berxwedana bi rûmet a ciwanên pêşeng û fedaî ya gelê me bi bîryardariyek mezin didome
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), diyar kir ku li Nisêbîn, Şirnex û Geverê di nava 2 rojên dawî de 16 tîmên taybet hatine kuştin. -
Gulerê li Hezexê hat qetilkirin li Cizîrê hat oxirkirin
Cenazeyê Abdulselam Gulerê li Hezexê di êrîşên qirkirinê de hat qetilkirin, li Cizîrê hat oxirkirin. -
Li Hezexê 3 meh in qedexe didome
Li Hezexê qedexeya derketina kolanan a ji 16’ê Sibatê destpêkirî di roja xwe ya 87. de berdewam dike. Li navçeya ku qedexeya kolanan lê didome, talankirina çeteyên Qesrê jî berdewam dikin. -
Ji bo bîranîna Fermandar Egîd li Qilebanê çalakî: 8 leşker hatin kuştin
Gerîlayan bi boneya salvegera şehadeta Fermandar Egîd li Qilebanê çalakî li dar xistin. HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de bi zelalî 8 leşker hatine kuştin. -
NPG: Biryardarî û wêrekiya Egîdan rê nîşanî me didin
NPG: Di şexsê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de em Şehîdên Hefteya Lehengiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin, ku çanda leşkerî ya Egîdan bi biryardarî û wêrekiya xwe afirandine, wê her tim rê nîşanî me bide. -
Li sînorê Qamişlo-Nisêbînê lêkirina dîwar dewam dike
Li Nisêbînê ku êrîşên qirkirinê bi awayekî dijwar dewam dike, ji milekî êrîş didomin ji milê din jî lêkirina dîwarê li sînorê Qamişlo berdewam dike. Bi dehan TIR’ên dîwarê beton barkirî ji rêya Îpekê birin sînor. -
Li Heweng a Rihayê serdegirtina malan: 11 binçavî
Li Hewengê leşkeran avêtin ser malên li gundan û rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. -
YPG'ê nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameyên endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê û 5 şervanên di şerê cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.