KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji TTB û SES’ê rapora Cizîrê
Heyeta TTB û SES'ê ku li Navçeya Cizîrê lêkolîn kirin û rapor amade kirin, li Odeya Tabîban a Stenbolê bi civîna çapemeniyê ve eşkere kirin. -
Çeteyên qesrê gundê Geverê dorpêç kirin
Hêzên dewletê di têketina gundê Vezîrava yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li wesayîtek sivîl gule reşandin. -
Ciwanên Efrînê tecrîd protesto kirin
Ciwanên li Kantona Efrînê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser herêmê, meşeke girseyî li dar xist. -
Nasnameya 2 kesên din ên li Hezexê hatin qetilkirin diyar bû
2 cenazeyên ku li Hezexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. Cenazeyên 10 kesên ku nasnameyên wan diyar nebûne wê sibehê li Goristana Gel a Mêrdînê bên definkirin. -
Erkaplan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê Fûrkan Erkaplan ê li Sûra Amedê di êrîşên hêzên dewletê yên qirkirinê de hat qetilkirin, li goristana Yenîkoyê bi tilîlî û dirûşmeyan hat defnkirin. -
Êrîşên li ser Şêx Meqsûdê didomin
Li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Firqaya 16., Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî didomin. -
Li Şirnexê çeteyên ku nikarin bikevin taxên berxwedanê dest bi hilweşandinê kirin
Terora dewleta Tirk a li Şirnexê berdewam dike, çeteyên qesrê yê ku nikarin bikevin taxên berxwedanê li taxên ku bend nînin dest bi hilweşandina avahiyan kirin. -
Çeteyên Qesrê ketine fikara nixumandina windahiyên xwe
YPS’ê diyar kir ku çeteyên Qesrê windahiyên mezin didin, got: “Tê dîtin ku ji ber bê çaretiya xwe ji bo veşartina vê rewşê wek parçeyekî şerê psîkolojîk medyaya şerê qirêj bi kar tîne.” -
Konê sersaxiyê yê Koçhan a YPJ’yî bi girseyî tê ziyaretkirin
Konê sersaxiyê yê li Qelqeliyê ji bo şervana YPJ’ê Esra Koçhan ( Jiyan Agirî) a li Şengalê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hatî vedan, bi girseyî tê ziyaret kirin. -
HPG: Li Hatayê 2 gerîlayên me gihiştine şehadetê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameyên 2 gerîlayên ku 25’ê Adarê li Hatayê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
Li Şirnexê çalakî, li Bazîdê operasyon
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiya hêzên gerîla ya li hemberî Tûgaya li Şirnexê û operasyona li Bazîdê de agahî da. -
Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Bakurê Kurdistanê bi berfrehî didomin
Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk li dijî gelê sivîl ê Bakurê Kurdistanê, alîkariyên Heyva Sora Kurdistanê ji bo pêwîstiyên welatiyan, bi berfrehî didomin. -
Li Sûrê 13 cenaze ji ber dorpêçiyê li hewşa malan hatin veşartin
Dayikên li Sûrê, ji ber dorpêçî û êrîşan neçar man 13 cenazeyên nikarîbûn ji taxê derxînin, li hewşa du malan veşêrin. Serdozgeriyê biryar da, cenaze bên derxistin. -
Baroya Amedê li dijî plana dagirkirina Sûrê doz vekir
Baroya Amedê, li dijî plana dagirkirina Sûrê li Dadgeha Şêwirmendiyê doz vekir. -
Jendermeyan êrîşî konê nobedê yê Elewiyan kirin
Jendermeyên dewleta Tirk êrîşî konê Elewiyan ê li hemberî hewldanên çêkirina wargeha ji konteyneran a li Mereşê hatibû vedan, kirin. -
PHKÊ: Hefteya Lehengiyê ronahiya rêya me ye
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PKHÊ) bi wesîleya Hefteya Lehengiyê, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî. -
Şer li herêma Şehba belav dibe
Şerê di navbera hêzên Ceyş El Siwar û çeteyên ENKS'ê û qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ku êrîşî herêma Şehbayê kirin, li qadeke berfireh belav bû. -
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê li Kobanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin. Di merasîmê de banga tevlîbûna li nava refên YPG'ê hat kirin û berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. -
Li Geverê terora AKP'ê dewam dike
Li Geverê, ku berxwedan di roja 17. de ye, bomberdûmana dijwar a li hemberî taxên Cûmhûriyet û Gungorê duh bi şev destpê kir, dewam dike. -
Li Mexmûrê amadekariyên 4'ê Nîsanê destpê kirin
Xwendekarên Mexmûrî, dest bi amadekariyên pîrozbahiya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Di qezaya trafîkê ya li Rihayê de 14 karker birîndar bûn
Li Rihayê, wesayîta karker tê de bûn, li bendên li kêleka rê ket. Di bûyerê de 14 kes birîndar bûn. -
Nûçegihana JINHA'yê Canozer hat berdan
Nûçegihana JINHA'yê Canozer hat berdan. Beriya rûniştina dozê Can Dundar li ber edliyê axivî û got, "Ragirtina rojnamevanekê/î tê wê wateyê ku em hemû girtî ne." -
Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dagirkirin
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê du polîklînîk hatin girtin û pêşkêşî jenderme û polîsan hatin kirin. Hêzên dewletê ku xwaringeh jî di nav de ji hemû derfetan sûdê werdigirin, li personelan qedexe kirine, ku derkevin qatê sêyemîn. -
Kûnûr: Cizîr hatiye talankirin; piştgirî divê
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr ji ANF'ê re axivî û ji bo gelê Cizîrê karibe jiyana xwe ya rojane bidomîne bang li gelê Kurd kir, ku piştgiriyê bide. -
Nasnameya kesekî din ê li Sûrê hat qetilkirin, eşkere bû
Ji welatiyên li Sûrê hatin qetilkirin, cenazeyê Fûrkan Erkaplan ê rakirin morga Tipa Edlî ya Meletiyê di encama testa DNA de eşkere bû.