Kûnûr: Cizîr hatiye talankirin; piştgirî divê
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr ji ANF'ê re axivî û ji bo gelê Cizîrê karibe jiyana xwe ya rojane bidomîne bang li gelê Kurd kir, ku piştgiriyê bide.
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr ji ANF'ê re axivî û ji bo gelê Cizîrê karibe jiyana xwe ya rojane bidomîne bang li gelê Kurd kir, ku piştgiriyê bide.
Hevşaredarê Cizîrê Kûnûr da xuyakirin, ku di dema komkujiya li Cizîrê de eşyayên li malan bi zanebûn hatine talankirin û banga piştgiriyê kir.
Li dû 'qedexeya derketina derve' ya 80 rojî, şêniyên Cizîrê yên li malên xwe vegeriyan, li şûna xaniyên xwe xirbe dîtin. Dewleta Tirk, piştî ku mirov bi saxî li jêrzemînan şewitand, hemû eşyayên li malan jî talan kiriye.
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr ji ANF'ê re axivî û ji bo gelê Cizîrê karibe jiyana xwe ya rojane bidomîne bang li gelê Kurd kir, ku piştgiriyê bide.
'EM BI ŞAREDARIYÊN HERÊMÊ RE DIXEBITIN'
Kûnûr ragihand, ji bo çêkirina bi sedan malên hatine xerakirin, ew bi pêşengiya Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê dixebitin û got, "Piştî qedexeya derketina derve qismî jî be hat rakirin, xisara li navçeyê bûye, derket holê. Li Cizîrê ji her alî ve wehşetek hatiye kirin. Li Cizîrê ti mal nehiştine ku xera nebûne, zerar nedîtine. Ji bo gelê me li malên xwe vegerin, weke Şaredariyê em seferber bûne ku xaniyên xisara zêde lê nebûye sererast bikin. Her wiha me tespît kir, derfetên me û şaredariyên derdorê têra ji holê rakirina vê zerarê nake. Li ser vê yekê me bi lezgînî daxwaza alîkairyê ji Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê kirin. Di vî warî de wan jî hesasiyeta pêwîst nîşan dan. Bi taybetî ekînên ava vexwarinê û kanalîzasyonê yên Şaredariyên me yên Amed, Wan û Mêrdînê li Cizîrê dixebitin. Ev xebat gihaştiye heta astekê. Niha em li qada ji sedî 70 a navçeya xwe, xizmetê dikarin bikin. Li herêma bi navê 'jêrzemînên wehşetê' hatine pênasekirin, hînê meqamên edlî karekî têrker nekirine. Ji ber vê yekê em nikarin mudaxleyî wê derê bikin. Ji bo berhevkirina delîlên hiqûqî, nivîs û serlêdanên me dewam dikin."
'WERIN CIZÎRÊ'
Kûnûr da xuyakirin, ku divê her kes wehşeta li Cizîrê li cihê bibîne û got, "Ji bo dîtina wehşeta bi serê gelê Cizîrê hat, em bang li hemû rêxistinên ciavkî yên sivîl û partiyên siyasî dikin ku bên vê derê. Bi kurtasî em li benda tevahiya gelê Kurd in ku bê Cizîrê. Bila werin û bi çavê xwe bibînin bê li vir çi wehşet hatiye kirin."
'ALAVÊN NAVA MALÊ NEMAN E'
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr anî ziman, ku di dema 'qedexeya derketina derve' de hemû malên li navçeyê hatine talankirin û ji bo Cizîrî karibin jiyana xwe ya rojane bidomînin, pêwîste alîkarî bê kirin. Kûnûr got, "Li Cizîrê li ti malê ti alav nemane. Sarinc, makîneya şuştina kincan, ocax, tiştek nehiştine. Weke ku tê zanîn li Cizîrê germa havînê dijwar e. Lewma eger heta meheke din sarinc nikaribe bê peydakirin, wê gel zehmetiyeke mezin bikişîne. 70 hezar mirovên me bê eşyayên malê hatine hiştin. Ji ber vê yekê eger gelê me yê li derveyî Cizîrê eşyayên mîna sarinc û makîneya şuştina kincan ji her malekê re bişîne, wê alîkariyê bidin jiyana rojane."