Şer li herêma Şehba belav dibe
Şerê di navbera hêzên Ceyş El Siwar û çeteyên ENKS'ê û qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ku êrîşî herêma Şehbayê kirin, li qadeke berfireh belav bû.
Şerê di navbera hêzên Ceyş El Siwar û çeteyên ENKS'ê û qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ku êrîşî herêma Şehbayê kirin, li qadeke berfireh belav bû.
Komên çete yên ser bi qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ku çeteyên ENKS'ê yên ji aliyê AKP'ê ve tên birêvebirin jî hene, danê sibehê êrîşî herêma Vêlat El Qaşî ya li nêzî gundê Minix ê li herêma Şehba kirin.
Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) bi tundî bersiv dan êrîşan û di navbera wan û çeteyan de şerekî dijwar derket. Şer li herêmeke berfireh belav bûye
Li gorî agahiyên hatin bidestxitin, çete niha Vêlat El-Qazî, Berad El-Malikiyê ya girêdayî gundê Malikiyê û gundê Merinaz bi topên hawan, cehenem û çekên giran topbaran dikin. Li van herêman şerekî dijwar diqewime. Ji ber ku şerê li herêmê dewam dike, li ser encamê agahiyeke zelal bi dest neketiye.
Komên çete yên ser bi ENKS û qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê yên êrîşî herêma Şehba dikin ev in: Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam, Ketîbeyên El-Sefwa, Cebha El-Şamiye, Sultan Murad, Ceyş El-Mucahidîn û Ceyş El-Suna.