Li Şirnexê çeteyên ku nikarin bikevin taxên berxwedanê dest bi hilweşandinê kirin

Terora dewleta Tirk a li Şirnexê berdewam dike, çeteyên qesrê yê ku nikarin bikevin taxên berxwedanê li taxên ku bend nînin dest bi hilweşandina avahiyan kirin.

Terora dewleta Tirk a li Şirnexê berdewam dike, çeteyên qesrê yê ku nikarin bikevin taxên berxwedanê li taxên ku bend nînin dest bi hilweşandina avahiyan kirin. 

Li Şirnexê hemû rêbazên êrîşên qirkirinê yên desthiladariya AKP’ê di roja 15. de didomin, çeteyên qesrê yên ku tevî hemû pergalên xwe yên şer êrîşên dijwar li ser taxên berxwedanê didin meşandin û nikarin bikevin taxan, dest bi hilweşandinê kirine. Ji beriya niha çeteyên qesrê yên ku xwestin bikevin taxên berxwedanê li ser bersivdayinên xurt ên hêzên YPS û YPS-Jin paşde vekişiyan, piştre li taxên Gundogdû û Vakifkentê yê ku bend û xendek lê nînin, dest bi kolana xendekan kirin. Çeteyên dewletê yên ku 15 roj in bê navber bi tank û topan êrîşî taxan dike, li Taxên Gundogdû û Vakifkentê dest bi hilweşandinê kirin. 

Hêzen dewletê êrîşên xwe li hember qada Aştiyê zêdetir kirine û wêneyên ku ji wesayîtên zirxî dikişînin jî di tora civakî de diweşînin.