Nasnameya kesekî din ê li Sûrê hat qetilkirin, eşkere bû

Ji welatiyên li Sûrê hatin qetilkirin, cenazeyê Fûrkan Erkaplan ê rakirin morga Tipa Edlî ya Meletiyê di encama testa DNA de eşkere bû.

Nasnameya yek ji 8 kesên li Sûrê bi mîzansena 'şer derketiye' hat qetilkirin û roja 14'ê Adarê cenazeyên wan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, eşkere bû. Di encama testa DNA de derket holê ku yek ji cenazeyan ê Fûrkan Erkaplan e.

Bi eşkerebûna nasnameyê re malbata Erkaplan hat Meletiyê û cenaze ji rayedaran wergirt. Malbat ji bo veşartinê cenaze dibe Amedê. 

Cenaze wê îro li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.

Li Meletiyê hînê 13 cenaze li benda teşxîskirinê ne.