Çeteyên qesrê gundê Geverê dorpêç kirin
Hêzên dewletê di têketina gundê Vezîrava yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li wesayîtek sivîl gule reşandin.
Hêzên dewletê di têketina gundê Vezîrava yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li wesayîtek sivîl gule reşandin.
Hêzên dewletê di têketina gundê Vezîrava yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li wesayîtek sivîl gule reşandin. Di encama gulereşandinê de 2 kes birîndar bûn. Piştî bûyerê wesayîtên zirxî gund dorpêç kirin û anonsa “Eger ku hûn gund vale nekin em ê we û gundê we tev bişewitînin!” li welatiyan kirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ku li dijî êrîşên çeteyên qesrê berxwedan didome, wesayîtên zirxî ya Panzer û Kobra, her wiha wesayîta Ranger ên hêzên dewletê, di têketina gundê Vezîrava yê li derketina rêya Oremarê ye, wesayîta sivîlan ya li rê dan ber guleyan. Di encama gulereşandinê de 2 kesên ku navê wan nehatin zanîn birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Têketin û derketina hemû rêyan hatin girtin û bi wesayîtên zirxî derdora gund hate dorpêçkirin. Gelek tank hatine bicihkirin, bi helîkopteran jî bi sedan JOH û POH hatin danîn. Hêzên dewletê yên gefan li gel dixwin, ji wesayîtên zirxî û mizgefta gund anonsên weke “Gundê xwe niha vala bikin, an em ê we û gundê we bişewitînin” dikin.
Pişît tehdîdan hêzên dewletê ji her malekê kesek li qada gund kom kir, welatiyên din yên li gund ji gund dûr kirin.
Bi sedan kesên ku ji gund der xistin yek bi yek ber bi qontrola GBT re derbaskirin, ferdên malbata Han a ku bi ser de hatin girtin jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Dorpêç û lêgerîna li gund hê jî berdewam dike.
Piştî van êrîşan hêzên dewletê gundê di bin dorpêçê de “Teror” meşand.