Li Sûrê 13 cenaze ji ber dorpêçiyê li hewşa malan hatin veşartin

Dayikên li Sûrê, ji ber dorpêçî û êrîşan neçar man 13 cenazeyên nikarîbûn ji taxê derxînin, li hewşa du malan veşêrin. Serdozgeriyê biryar da, cenaze bên derxistin.

Li navçeya Amed Sûrê, tevî ku şer bi dawî bûye jî, qedexeya derketina derve hînê dewam dike.

Destûr ji sivîlan re nayê dayîn ku bikevin nava 4 taxên şer lê giran bû û qedexe lê dewam dike. Her çar tax bi bendên bilind, ji gelek aliyan ve hatine girtin.

Taxên Sûrê yên derketina derve lê hatibû qedexekirin, hînê dorpêçkirî ne. Gel neçar e rojane di bin kontrola polîsan de bikeve nava taxa xwe û derkeve.

Cenazeyên kesên hatine qetilkirin jî hînê ne hatine veşartin. 13 cenazeyên li hewşa du malên lê hatine veşartin, li benda derxistinê ne. Tevî cenazeyên li saziyên tipa edlî yên li sê bajaran, hejmara cenazeyên hînê nasnameyên wan nehatine tespîtkirin 50 derbas kir.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan têkildarî cenazeyan hevdîtinên bi saziyên îdarî re didomîne. Aydogan da xuyakirin ku ji bo derxistina cenazeyên li hewşa du malên li Sûrê hatine veşartin, wan bi dozgeriyê re hevdîtin kirine û got, "Cenazeyên 13 kesên di dema berxwedana li Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê dayikan ve li hewşa du xaniyan hatine veşartin. Dayikên li Sûrê ev agahî dan me. Cih jî ji me re gotin. Me ev yek ji rayedaran re ragihandin. Serdozgeriyê da xuyakirin ku ew ê bin çavdêriya dozger de ekîbekê amade bike û cenazeyan bide derxistin. Niha em li benda derxistina cenazeyan e."

Aydogan bibîr xist ku 11 cenazeyên ji Sûrê rakirin Meletiyê û 2 cenazeyên rakirin Elezîzê hînê nasnameyên wan nehatine tespîtkirin. Aydogan ragihand, li Saziya Tipa Edlî ya Amedê jî 12 jê ji Rezanê bi giştî 25 cenaze hene.

Aydogan da xuyakirin, ku pêvajoya tipa edlî ji bo malbatan veguheriye îşkenceyê û got, "Malbat, ji xwe ji ber windakirina zarokên xwe dêşin. Dirêjkirina dema tespîtkirina nasnameyan êşa wan girantir dike."

MALBAT LI BENDÊ NE

Çalakiya malbatên ji bo teslîmgirtina cenazeyên zarokên xwe di dawiya meha Kanûnê de li Sumerparkê bi greva birçîbûnê destpê kir, dûre veguherî çalakiya rûniştinê, li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê dewam dike. 10 malbat ji bo cenazeyên zarokên wan jê re bên dayîn, her roj tên navenda çandê û disekinin. Malbat niha jî dixwazin nasnameyên 13 cenazeyên li hewşa du malên li Sûrê hatine veşartin, bên tespîtkirin.