Baroya Amedê li dijî plana dagirkirina Sûrê doz vekir

Baroya Amedê, li dijî plana dagirkirina Sûrê li Dadgeha Şêwirmendiyê doz vekir.

Baroya Amedê têkildarî biryara Desteya Wezîran a "Îstîmlaqkirinê" ya Sûrê li avahiya Alikariya Edlî ya Baroyê Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Baroyê diyar kir ku wan li dijî biryara "Îstimlaqkirina lezgîn" a der barê Sûrê de serî li Serokatiya Dadgeha Şêwirmendiyê dane û xwestine bi lezgîn biryar bê rawestandin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen anî ziman ku ev biryara Îstîmlaqkirinê li dijî qanûnan e û got: "Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê mafê mulkiyetê diparêze. Ev biryara Desteya Wezîran li dijî qanûna bih ejmara 2942'an û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Wezareta Bajarvanî û Derdorê bêyî hincetek rewa nîşan bide vê biryarê dide. Aliyekî qanûnî yê vê biryarê tine ye." 

'BIRYAR NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Ozmen destnîşan kir, ti aliyê rewa û qanûnî tine ku malê gel ê li Sûrê bikin malê îstîmlaqê û bibîr xist ku li Sûrê bi sed hezaran mirov dijîb. Ozmen diyar kir, ev bajarekî dîrokî û çandî ye û ji bo hemû bajar biryarek wisa nayê qebûlkirin. Ozmen got: "Dema ev biryar hatiye stendin rêveberiya herêmî û saziyên civakî yên vî bajarî tevlî vê biryarê nehatin kirin. Daxwazên welatiyan li ber çavan nehatine girtin. Bi ti awayî nepêkan e ev biryar bê qebûlkirin. Îmara ku li Sûrê tê avakirin îmara leşkerî ye û bi her awayî li jî cewher û rengê Sûrê ye. Birêz Tahir Elçî ji bo hestiyariya li hemberî parastina nirxên çandî û dîrokî ava bike hat qetilkirin. Weke baroya Amedê em ê her tim li dijî vê biryarê têbikoşin û em bang li hemû kesên bi hestiyar dikin ku li hemberî vê êrîşa li dijî dîrok û çandê dengê xwe bilind bikin. Em soza ku her dem li hemberî vê wêrankirinê bisekinin didin." 

Ozmen herî dawî xwest hemû welatî, saziyên civakî û rêveberiyên herêmî tevlî vê pêvajoya hiqûqê bibin.