Li Şirnexê çalakî, li Bazîdê operasyon

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiya hêzên gerîla ya li hemberî Tûgaya li Şirnexê û operasyona li Bazîdê de agahî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 27'ê Adarê, hêzên me yên gerîla bi çekên giran li hemberî Tûgaya li Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de zelal nebûn.

2'ê Adarê artêşa TC li qada gundên Çirê Çitlik, Çirê Elê û Çirê Kulê yên navçeya Agirî Bazîdê bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra û tankan dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a li girên li derdorê bi cih bû, roja 4'ê Adarê bi awayekî bêencam mayî xwe vekişand."