Xwendekarên Mexmûrî, dest bi amadekariyên pîrozbahiya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
ANF
MEXMÛR
sêşem, 29 adarê 2016, 11:06
Xwendekarên Lîseya Şehîd Koçerîn a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi amadekariyan kirin. Xwendekaran ji amadekirina Parka 4'ê Nîsanê dest bi karê xwe kirin.
Xwendekarên Lîseya Şehîd Koçerîn li ser amadekariyên xwe agahî dan:
ÇÎMEN BABAT: Weke xwendekarên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Serok Apo em li Parka 4'ê Nîsanê karê paqijiyê dikin. Rola ciwanên Mexmûrî di amadekariyên 4'ê Nîsanê û bedewkirina tevahiya wargehê de girîng e. Pêwîste her ciwan bi vê hiş û berpirsyarê tevbigere.
XURÎN BÎLAL: Weke xwendekareke parkê, ez hewl didim berpirsyarî û wezîfeya ji bo restorekirina parkê dikeve ser milê min, bi cih bînim. Divê ciwan hemû xwe ji vî karî berpirsyar bibînin. Bi vê wesîleyê, di çarçoveya amadekariyên 4'ê Nîsanê de bang li hemû ciwanan dikim ku tevlî karê bedewkirina Parka 4'ê Nîsanê bibin.