PHKÊ: Hefteya Lehengiyê ronahiya rêya me ye
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PKHÊ) bi wesîleya Hefteya Lehengiyê, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PKHÊ) bi wesîleya Hefteya Lehengiyê, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PKHÊ) bi wesîleya Hefteya Lehengiyê peyamek weşand.
Di peyama PKHÊ de hat gotin, "Newroza li zîndana Amedê rêber Mazlûm Dogan bi bedena xwe pîroz kir, bi pêşengiya Fermandar Egîd li çiyayên Kurdistanê deng veda. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê îro li Şengal, Kobanê, rojhilat û bakurê welêt bi hezaran Mazlûm û Egîd afirandiye.
Îro li çeperan şagirtên Mazlûm û Egîdan bi awazên Mehmet Tûnç, agirê berxwedanê gur kirine.
Em wek PHKÊ Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî hemû lehengên Kurdistanê bibîr tînin.
Em ê şopdarên lehengên xwe bin! Ew rêya me ronî dikin. Bi vê munasebetê em berxwedana Şengal, Federasyona Rojava û Xwerêveberiya li Bakur silav dikin."