Erkaplan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê Fûrkan Erkaplan ê li Sûra Amedê di êrîşên hêzên dewletê yên qirkirinê de hat qetilkirin, li goristana Yenîkoyê bi tilîlî û dirûşmeyan hat defnkirin.
Cenazeyê Fûrkan Erkaplan ê li Sûra Amedê di êrîşên hêzên dewletê yên qirkirinê de hat qetilkirin, li goristana Yenîkoyê bi tilîlî û dirûşmeyan hat defnkirin.
Cenazeyê Fûrkan Erkaplan ê li Sûra Amedê di êrîşên hêzên dewletê yên 14'ê Adarê de, ku bi hinceta "şer qewimî" tevî Erkaplan 8 kes hatin înfazkirin, piştî karên otopsiyê yên li Meletiyê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê hate defnkirin. Di merasimê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, rêveberên HDP, DBP, MEYADER'ê û gelek kes amade bûn. Piştî wecîbeyên olî yên li Goristana Yenîkoyê, darbesta Erkaplan li ser milan ber bi gorê ve hat birin. Di dema veguhestina darbestê de dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne" hatin berzkirin.
Di merasima cenaze de Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji cenazeyên wan jî ditirse û ew ê têkoşîna Erkaplan bidomînin û di rêça hemû şehîdên xwe de bin.
Hevserokê DBP'a Amedê Mehmet Ali Şimşek jî anî ziman ku ciwanên Kurd ji bo zilma li hemberî gelê Kurd bi dawî bibe, li ber xwe didin û di vê oxirê de canê xwe didin. Şîmşek, da zanin ku Erkaplan jî şahidê vê dîrokê ye û wiha got: " Em ti carî vê têkoşîn û doza wan ji bîr nakin. Gelê Kurd deyndarên şehîdên xwe ne."
Li ser navê malbatê Bavê Fûrkan Erkaplan, Bahrî Erkaplan jî axivî û diyar kir ku şehîd ne tenê şehîdê wî ye û wiha pê de çû: "Kurê min rêya xwe bi destê xwe hilbijart û di vê rêçê de şehîd bû. Ev ne şehîdê min tenê, şehîdê hemû gelê Kurd e. Bila serê hemû gelê Kurd sax be."
Piştî defnkirinê, girse çû Mala Şînê ya Dêrcîmtê.