Li Geverê terora AKP'ê dewam dike

Li Geverê, ku berxwedan di roja 17. de ye, bomberdûmana dijwar a li hemberî taxên Cûmhûriyet û Gungorê duh bi şev destpê kir, dewam dike.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku berxwedan di roja 17. de ye, bomberdûmana dijwar a li hemberî taxên Cûmhûriyet û Gungorê duh bi şev destpê kir, dewam dike. Bi tankên li Fermandariya Alayê ya Navçeyê, Tabûra Efeler û li ser rêya Şemzînanê bi cih bûne, taxên Cûmhûriyet û Gungor ên bi pêşengiya YPS û YPS Jin li ber xwe didin, tên bombekirin. Ji taxê her wiha dengê teqînên dijwar tê. Ji ber bomberdûmanê bi sedan mal û kargeh bi erdê re bûn yek. Nîvê şevê li hin cihan şewat derket.

Dewleta Tirk di ser kolana Îpekyolû re gelek maşînên zirxî ber bi aliyê taxên berxwedanê ve şand. Hêzên YPS û YPS Jin bi berxwedaneke xurt nahêlin hêzên dewletê xwe bigihînin taxan.