Êrîşên li ser Şêx Meqsûdê didomin
Li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Firqaya 16., Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî didomin.

Navenda Ragihandina YPG’ê daxuynaiyek nivîskî weşand, diyar kir ku êrîşên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Firqaya 16., Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomin.
Navenda Ragihandina YPG’ê destnîşan kir ku êrîşên komên çeteyê yên ji 27’ê Adarê danê êvarî bi topên dojeh û hewanan li ser rêyên Kastello û Cendolê li dijî taxê dane destpêkirin heta 28’ê Adarê saet 08.00’an bê navber dewam kiriye. YPG’ê wiha dewam kir: “Komên çete bi awayekî hemwext hewl dan ji herêma Eşrefiyê jî bikevine taxê. Bi destwerdana hêzên me şerên dijwar li qadê qewimiye. Di vî şerî de bi zelalî 4 çete hatin kuştin, cenazeyê 2 çeteyan jî ketine destên hêzên me.
ÊRÎŞÊN ÇETEYAN ÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ HATIN BERSIVANDIN
28’ê Adarê komên çete li hember gundê Maranez ê li rojhilatê Eftînê êrîşên bi topên hewan û dojehê pêk anîne. Hêzên me di asta pêwîst de bersiv dane van êrîşên çeteyan.
Komên çete di heman rojê de hewl dan bikevin gundê Bazofanê yê girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê. Piştî destwerdana hêzên me şerekî demkurt pêk hatiye û komên çete ji qadê hatine dûrxistin.
LI HEMBER DERDORA KOBANÊ ÊRÎŞ
28’ê Adarê saet 08.00-15.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li Cerablûsa Jêr li hember bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê bi çekên giran êrîş pêk anine.
Çeteyên DAIŞ’ê saet 10.00-12.00’an li hember başûr û rojhilatê benda Tişrînê ya girêdayî Kobanê 2 êrîşên cuda li dar xistine.
28’ê Adarê çeteyên DAIŞ’ê li hember çeperên hêzên me yên 17 kîlometre li başûrrojhilatê bajarokê Şedadê êrîşek bi fûzeyan li dar xistine.”