Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê li Kobanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin. Di merasîmê de banga tevlîbûna li nava refên YPG'ê hat kirin û berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê li Kobanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin. Di merasîmê de banga tevlîbûna li nava refên YPG'ê hat kirin û berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.
Şervanên YPG’ê Seberî Hiso (Sozdar Zorava), Mehmûd Şêxo (Dilovan Zorava) û Ebdo Koro (Ebdo Kobanê) di 19’ê Adara 2014’an de, li embarên genim ên bajaroka Sirînê û Şervanê YPG’ê Cîhan Uysal (Derwîş Ceweher) jî di 20’ê Adara 2016’an de di bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî bajarokê Eyn Îsa de, jiyana xwe ji dest dan.
Bi hezaran kes ji şêniyên herêma Kobanê tevî endamên Saziyên Civaka Sivîl, partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo wergirtina cenazeyên her 4 têkoşeran li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê hatin gel hev.
BERXWEDANA LI BAKURÊ KURDISTANÊ HAT SILAVKIRIN
Girseyê cenazeyên her 4 têkoşeran bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' rakirin û bi karwanekî mezin berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle a li gundê Termik.
Girseya gel wêneyên her 4 cangoriyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û TEV-DEM`ê rakiribûn û bê navber dirûşmeyên 'Şehîd namirin', 'Bijî berxwedana YPS' û 'Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê' berz dikirin.
Li goristanê şervanên YPG cenazeyên têkoşeran rakirin ser milan û derbasî goristanê kirin.
Li vir merasîma leşkerî pêk hat. Paşê endamê Fermandariya YPG’ê li Kobanê Egîd Silopî axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest. Silopî got, "Di rojeke weke îro de fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) li çiyayên Kurdistanê şehîd ket. Îro jî van têkoşeran di rêya fermadar Egîd de canê xwe feda kirin."
Egîd Silopî di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna li nava refên YPG'ê li ciwanan kir.
Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser Şêrîn Osman û li ser navê Kongreya Star Semîra Kaniya Kurdan axivîn û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.
Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwand û radestî malbatan hatin kirin. Paşê cenazeyên her 4 cangoriyan spartin xakê.