Konê sersaxiyê yê Koçhan a YPJ’yî bi girseyî tê ziyaretkirin
Konê sersaxiyê yê li Qelqeliyê ji bo şervana YPJ’ê Esra Koçhan ( Jiyan Agirî) a li Şengalê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hatî vedan, bi girseyî tê ziyaret kirin.
Konê sersaxiyê yê li Qelqeliyê ji bo şervana YPJ’ê Esra Koçhan ( Jiyan Agirî) a li Şengalê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hatî vedan, bi girseyî tê ziyaret kirin.
Piştî vedana konê sersaxiyê yê li Taxa Dercement a girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê, Cîgira Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Nûnerên MEYA-DER a Wanê, hevşaredarên navçeya Qelqelî û Mehmûdî jî di nav de bi sedan kesî kon ziyaret kirin. Di ziyaretê de girseyê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Piştî rêzgirtina ji bo berxwederên tekoşîna azadiyê, Cîgira Hevserokên DBP’a Bajarê Wanê Nazmiye Acar axivî û wiha got; “Li dijî şerên qirêj ên li ser jinên Kurd rêhevala me Jiyan li ser rêya bi rûmet têkoşîna xwe mezin kir” û destnîşan kir ku wê ti carî serê xwe netewînin.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî jî axivî û got ku wê li hember zilma AKP’ê ti carî paşde gavê navêjin û wê berxwedana xwe xurtir bikin.