Ji TTB û SES’ê rapora Cizîrê
Heyeta TTB û SES'ê ku li Navçeya Cizîrê lêkolîn kirin û rapor amade kirin, li Odeya Tabîban a Stenbolê bi civîna çapemeniyê ve eşkere kirin.
Heyeta TTB û SES'ê ku li Navçeya Cizîrê lêkolîn kirin û rapor amade kirin, li Odeya Tabîban a Stenbolê bi civîna çapemeniyê ve eşkere kirin.
Heyeta TTB û SES'ê ku li Navçeya Cizîrê lêkolîn kirin û rapor amade kirin, li Odeya Tabîban a Stenbolê bi civîna çapemeniyê ve eşkere kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku li Cizîrê 5 caran kolan hatine qedexekirin û ji Tîrmeha 2015'an heta niha ji kesên hatine qetilkirin nasnameya 278 kesan diyar bûne.
Di raporê de hat destnîşankirin ku bajarê nifûsa wê 131 hezar û 216 kes bûn, bi qedexe û êrîşan hêjmara wê daket 10 hezaran. Heyetê destnîşan kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku ji 3 qatan pêk tê hemû bûye wargeha leşker û polîsan û Navenda Tipê ya Cizîrê jî xistine halê ku neyê bikaranîn.
Heyeta TTB û SES'ê li Navçeya Cizîrê di navbera 6-7'ê Adarê de lêkolîn kirin û rapora "Li Cizîrê rewşa tenduristiyê" amade kirin. Heyetê rapora Cizîrê li Odeya Tabîban a Stenbolê bi civîna çapemeniyê eşkere kirin. Di civînê de 2'yemîn Serokê TTB'ê Raşit Tukel, Hevseroka SES'ê Gonul Erden, Rêveberên Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Nilay Etiler û Dr. Suheyla Agkaç amade bûn.
'LI CIZÎRÊ 278 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
2'yemîn Serokê TTB'ê Raşît Tukel, rapor xwend û diyar kir ku ji 4'ê Îlona 2015'an heta niha li Cizîrê 5 caran kolan hatine qedexekirin û herî dawî di 14'ê Kanûna 2015'an de qetexe hatiye îlankirin û wiha got: "Di qedexeya dawî de li Cizîrê kesên jiyana xwe ji dest dan û nasnameya wan hat diyarkirin 167 kes in. Ji Tîrmeha 2015'an heta niha kesen jiyana xwe ji dest dan û nasnameya wan diyar bûn jî 278 kes in."
'NIFÛSA BAJAR JI 131 HEZARAN DAKET 10 HEZARAN'
Tukel, anî ziman ku beriya dorpêç û qedexe li Cizîrê destpê bike nifûsa Cizîrê 131 hezar û 216 kes bûn, lê piştî êrîş û dorpêçê 110 hezar mirov koçî bajar û gundên derdorê kirin û nifûs daketiye 10 hezaran. Tukel, da zanîn ku piştî 2'yê Adara 2016'an vegera navçeyê dîsa berdewam kir û hêjmar gihişt 20 hezaran.
'1300 MALAN XISARA GIRAN DÎT'
Tukel, destnîşan kir ku di êrişên hêzên dewletê de 1300 xanî hatine hilweşandin û zerarek mezin ditîne. Tukel, da zanîn ku piştî êrîşan û hilweşînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rojê sibehê û nîvroyê xwarinê dide 2 hezar kesan û piştî nifûs zêdebûnê wê ev pirsgirêk hê zêdetir bibe.
POLÎS Û LEŞKER LI NEXWEŞXANEYÊ BI CIH KIRINE
Tukel, destnîşan kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku ji 3 qatan pêk tê hemû bûye wargeha leşker û polîsan û Navenda Tipê ya Cizîrê jî xistine halê ku neyê bikaranîn. Tukel, bilêv kir ku dema lêkolîn dikirin her dem maşîneyên zirxî û TOMA û Akrep li dora wan digeryan û di bin dorpêç û çavdêriyê de bûn û wiha got: "Berî qedexe dest pê bike mehê 25 hezar kesan serî li beşa lezgîn a nexweşxaneyê didan. Di meha Kanûnê de daket hezar û 783, di meha Çile de daket 6 hezar û 411, di meha Sibatê de daket 10 hezaran."
Tukel, bilêv kir ku êrîşên li Cizîrê pêk hatin li dijî peymana Cinêvê pêk hatiye û wiha bedewam kir: "Divê xizmeta tenduristiyê ne ji bo leşker û polîsan ji bo gel bê kirin. Ji ber vê yekê divê demildest aştî pêş bikeve. Em ê ji bo çareseriyê heta dawiyê daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman. Ji bo pirsgirêkên bingehin ên gelê navçeyê bên temînkirin divê hemû rêveberiyên herêmî têkevin nava xebatê. Divê dîsa li gorî Peymana Cinêvê bê tevgerîn. Divê personelên tenduristiyê bên parastin. Divê navendên tenduristiyê ji bo leşker û polîsan neyên bikaranîn. Divê demildest hemû pêdivî bên diyarkirin û çareserkirin.
Divê Wezareta Tenduristiyê bi lezgînî navendên tenduristiyê saz bike û têxe xizmeta civakê. Divê êdî dîsa şer çênebin û rewşa ewle bê avakirin.
Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden jî anî ziman ku berî her tiştî mafê mirovan ê jiyanê heye û divê berî her tiştî ev mafê jiyanê bê parastin. Erden, xwest berî her tiştî rewşa ewle û baweriyê bê avakirin û xwest pêvajoya aştiyê bê xurtkirin û pêşxistin.