Ciwanên Efrînê tecrîd protesto kirin

Ciwanên li Kantona Efrînê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser herêmê, meşeke girseyî li dar xist.

Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava ya herêma Efrînê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê û piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê, bi dirûşmeya “Tecrîda li ser Rêber Apo hedefgirtina vejîna gelan e. Ciwan wê vê tecrîdê bişkînin” meşek organîze kir.

Bi sedan ciwanên herêma Efîrnê ji bo tevlî meşê bibin, li pêşiya nexweşxaneya Dêrsim a li navenda bajarê Efrînê hatin cem hev.

Çalakvanan pankartên “Bimire Împeryalîzma navnetewî, mayîn û serkeftin ji bo afirênerê Neteweya demokratîk”, “Dîmenên herî xwînî tên dîtin, civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan li kû derê ne”, “Bi bêdengiya xwe dibin hevkarên tecrîdê û ciwanên azad wê tecrîda li ser Rêber Apo rakin” ku bi zimanên Erebî û Kurdî hatibûn nivîsandin bilind kirin.

Meşa ku ji pêşiya Nexweşxaneya Dêrsim destpê kir, li Qada Azadiyê bi dawî bû. Piştî meşê Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî axivî û diyar kir ku ew ê bi ruhê ciwanan li hemberî dijmin û ENKS-Koalîsyona Suriyeyê ku îdîa dikin ew nûnerên gelên Suriyeyê ne, têbikoşin. Cûdî anî ziman ku ew ê li hemberî êrîşên li ser Efrîn û Şêx Meqsûdê heta dawiyê li ber xwe bidin û bang li komikên ku xwe wekî “pêşmergeyên Rojava” didin nasîn kir ku dest ji xiyanetê berdin.

Cûdî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em ê heta dawiyê felsefeya Rêber Apo bişopînin. Federalî yek ji ramanên Rêber Apo ye, lewma em ê ji bo pekanîn û parastina wê kar bikin. Em ê li dijî komployên li ser Kurdan heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinê, çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ’ê” “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûdê”, “Bijî Berxwedana Bakur” bi dawî bû.