Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dagirkirin

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê du polîklînîk hatin girtin û pêşkêşî jenderme û polîsan hatin kirin. Hêzên dewletê ku xwaringeh jî di nav de ji hemû derfetan sûdê werdigirin, li personelan qedexe kirine, ku derkevin qatê sêyemîn.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, tevî ku 'qedexeya derketina derve' bi awayekî fermî di nava rojê de hatiye rakirin jî, dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike.

Gelek dibistan û hewşên wan hînê weke leşkergehan tên bikaranîn. Yek ji devera ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatiye desteserkirin û weke leşkergehê tê bikaranîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ye.

Qatê sêyemîn ê nexweşxaneyê cihê ji aliyê leşker û polîsan ve tê bikaranîn e. Di asansora nexweşxaneyê bi xwe de nivîs hatiye daliqandin ku derketina qatê 3'an qedexe ye. Personelên li nexweşxaneyê wezîfedar jî nikarin derkevin vî qatî.

Nexweş neçar dimînin danê sibehê li ber dirûşmên leşkeran ên danê sibehê li hewşa nexweşxaneyê sporê dikin, mûayene bibin.

Her wiha gelek nexweş, ji ber astengiya leşker û polîsan bi saetan di rêzê de dimînin an jî bêyî tedawî bibin ji neçarî ji nexweşxaneyê derdikevin.