Nûçegihana JINHA'yê Canozer hat berdan
Nûçegihana JINHA'yê Canozer hat berdan. Beriya rûniştina dozê Can Dundar li ber edliyê axivî û got, "Ragirtina rojnamevanekê/î tê wê wateyê ku em hemû girtî ne."
Nûçegihana JINHA'yê Canozer hat berdan. Beriya rûniştina dozê Can Dundar li ber edliyê axivî û got, "Ragirtina rojnamevanekê/î tê wê wateyê ku em hemû girtî ne."
Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî nûçegihana JINHA'yê Bêrîtan Canozer hat vekirin, îro li Edliya Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de rojnamevan Can Dundar, Fatîh Polat, Fehîm Işik û Ceyda Karan jî di nav de gelek rojnamevan û parlamenterên HDP'ê Nûrsel Aydogan û Ziya Pîr amade bûn.
Berpirsyarê Weşanê yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar li ber edliyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, weke rojnamevanan pêwîstiya wan bi dengê hev heye. Dundar got, "Ragirtina rojnamevanekê/î tê wê wateyê ku em hemû girtî ne. Ev pîşe, rûmeta me ye. Em hatine vê derê ji bo bêjin, di doza Bêrîtan de em jî şahid in."
HAT BERDAN
Di rûniştinê de, ewilî dozgeriyê xwest Canozer bê berdan. Dûre heyeta dadgehê biryar pêşkêşî dengdanê kir û biryara berdana Canozer da.