2 cenazeyên ku li Hezexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. Cenazeyên 10 kesên ku nasnameyên wan diyar nebûne wê sibehê li Goristana Gel a Mêrdînê bên definkirin.
Ji 12 cenazeyên ku ji aliyê çeteyên Qesrê ve li navçeya Hezex a Şirnexê hatin qetilkirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ya Mêrdînê dihatin ragirtin, nasnameya 2 kesan hat teşxîskirin. Nasnameyên kesên ku bi mînakê xwînê hatin teşxîskirin, Îsmaîl Gurbuz ê 19 salî û Servet Yildiz e.
Cenazeyê Gurbuz ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin û ber bi Pirsûsê ve hate birin. Cenazeyê Gurbuz wê li gundê Goleç ê Pirsûsê bê oxirkirin. Cenazeyê Yildiz jî wê sibehê li Hezexê bê definkirin.
Li aliyê din cenazeyê 3 kesên ku nasnameya wan nehatin zelalakirin û li Nexweşxaneya Delwetê ya Mêrdînê tên ragirtin û her wiha cenazeyên 7 kesên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên girtin, wê sibehê li Goristana Gel a Mêrdînê bên definkirin.