KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li çiyayê Şengalê ji bo 5 şervanên azadiyê merasîma bi heybet
5 şervanên Azadiya Şengalê yên di Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo de şehîd bûn, li Şengalê bi merasîmek heybet hatin oxirkirin. -
Li Şirnexê şer û bomberdûmanên dijwar
Çeteyên dewleta Tirk ên li Şirnexê, di roja 13. de Taxa Bahçelîevlerê bi awayekî dijwar bombe dikin, li Taxa Dicleyê jî şerên dijwar pêk tên. -
Li Til Temirê bi mijara sistema federal civînên gel
Pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî yên ku li Til Temirê bi hev re dijîn, li seranserî Rojava civînên bi mijara sîstema federal a ji bo agahdarkirina gel li dar dixin. -
Demîrtaş: Tora Erdogan û Davûtoglû polîtîkayên wehşetê îmze kirin
Demîrtaş diyar kir ku tirsa hikûmeta AKP’ê ne xendek e, destên ku gelê Kurd dirêj kiriye, li rojavayê Tirkiyeyê li valatiyê nehiştin e, destnîşan kir ku bi dorpêç û qetlîaman difikirin ku wê sibehekê her kes bibe AKP’î. -
Artêşa Tirk li Nisêbînê li binî da: Dema derbasbûyina konvoya wesayîtan de teqîn
Li Nisêbînê di dema derbasbûyina konvoya wesayîtan a li rêya Cûmhûriyetê de teqînek mezin pêk hat. -
Li Stewrê 12 cerdevanan ji bo çekdanînê serî li qereqolê dan
Piştî îstifayê cerdevanên li Mehsertê, li gundê Kelapozreşa (Hîsarkaya) yê Stewrê jî 12 cerdevanan ji bo îstifayê serî li Qereqola Jendermeyan a Navçeyê dan. -
YPS’ê bîlançoya Şirnex, Nisêbîn û Geverê eşkere kir
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî şer û çalakiyên li Nisêbîn, Gever û Şirnexê daxuyaniyeke da. -
Li Nisêbînê teqîn: Tîmên taybet di bin xurdeyan de man
Li Nisêbînê dema tîmên taybet ên Tirk ketin avahiyekê teqînê rû da. Piştî teqînê tîmên taybet di bin xurdeyan de man. -
Ji bo azadiya Ocalan û aştiyê dawet ji bo Xalfetiyê heye
Ji bo pîrozbahiyên 67. roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li warê wî Xelfetiyê, di pêşengtiya TÛHAD-FED’ê de tevahî gel bi ‘ruhê Newrozê’ dawetî Xelfetiyê hatin kirin. -
Li Mêrdînê 34 cerdevanan çek danîn
Li Mêrdînê 34 cerdevanan li hember êrîşên qirkirinê bertek nişan dan, çekên dewleta Tirk danîn. -
YBŞ:Bi Pêngava Medîbanê ve çeteyan derbeyên giran xwarin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê encamên pêngava Medîbanê eşkere kir. Di daxuyaiyê de hat diyarkirin ku bi bê pêngavê ve çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarine û 107 çete hatine kuştin. -
Li Gevera berxwedêr 2 teqînên mezin rû dan
Li taxa Cûmhûriyetê, ku şer lê giran e 2 teqînên dijwar li dû hev rû dan. Piştî teqînan gelek ambûlansan berê xwe dan taxê. -
Meclîsa Gel a Şirnexê: Berxwedan bi biryardarî didome
Hevserokên Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît û Ayşe Çîftçî daxuyaniyek hevpar weşandin û destnîşan kirin, li taxên ku dewlet ev 13 roj in bi çekên giran êrîşê lê dikin, moral û vîneke mezin heye. -
Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê li ser gorên cangoriyan find hatin pêxistin
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê, malbatên cangoriyên azadiyê gorên şehîdan ziyaret kirin û find danîn ser goran. -
Li Nisêbînê 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Li Nisêbînê, li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra ku hewl dida bikeve nava taxên berxwedanê, çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 2 jî bi giranî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk li Nisêbînê ji hev ketiye
Dewleta Tirk bi her cure çekên giran, bi hezaran leşker, polîs û cerdevanan êrîşî Nisêbînê dike. Lê li pêşberî berxwedana YPS û YPS Jinê dike nake nikare gavekê jî bavêje. -
Li Şirnexê bomberdûman û şer giran e
Li bajarê Şirnexê, ku hêzên rejîma Tİrk ev 13 roj in êrîş dikin, bomberdûman û êrîş bênavber dewam dikin. -
Meşayik: Yên li dij sîstema federal derdikevin, di bin bandora Tirkiyeyê de ne
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Meşayik danûstandinên Cenevre-3 rexne kir û got, "Ti civîn, bêyî temsîliyeta vîna Kurdan û Rojava, bi ser nakeve." -
Li Kobanê meş û mîtînga li dijî tecrîda li ser Ocalan
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kobanê meşeke gireyî hat lidarxistin. -
Çeteyên Qesrê yên nikarin bi berxwedanê, bombeyan li taxan dibarînin
Çeteyên Qesrê yên bi rojane hewl didin li Nisêbînê bi xerakirina malan re bi pêş de biçin, lê bi gavekê jî bi pêş de neçûne, careke din dest bomberdûmaneke giran kirin. -
Gerîlayên HPG'ê: Hefteya Lehengiyê bi berxwedan û şehadatan re afirî
Gerîlayên HPG'ê dan xuyakirin, ku Hefteya Lehengiyê bi kedeke mezin, berxwedan û şehadetan re afiriye. -
Ji Kobanê heta Sûrê çîrokek berxwedanê: Rûken Amed
Dayika Mizgîn Koçyîgît a di roja destpêkê ya berxwedana bêhempa ya Sûrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin got, "Keça min dema ji bo gelê xwe şer dikir, şehîd ket. Ev ji bo me şeref e." -
Kaymaz: Em bi ruhê Gezî û xwerêveberiyê têbikoşin
Gerîla Berkîn Kaymaz diyar kir, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan gaveke dîrokî ye û destnîşan kir, ku ruhê berxwedanê yê Gezî û xwerêveberiyê hîmên girîng ên têkoşîna hevpar in. -
'Hefteya Lehengiyê çirûska destpêkê ya berxwedanê ye'
Karakoçan got, "Eger berxwedana li zîndana nebûya, berxwedana çiyê nedibû. Eger berxwedana li çiyê nebûya, berxwedana me ya gel a îro nedibû. Rewşa ku gelê me îro xwe gihandiye, kevneşopiyeke ji encama wê berxwedanê ye." -
Bekir: Tevlîbûna YBŞ û HPG'ê li operasyona Mûsilê gaveke erênî ye
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzad Bekir got, "Vexwendina hêzên YBŞ û HPG'ê bi awayekî fermî li operasyona Mûsilê, gaveke rast û erênî ye."