YBŞ:Bi Pêngava Medîbanê ve çeteyan derbeyên giran xwarin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê encamên pêngava Medîbanê eşkere kir. Di daxuyaiyê de hat diyarkirin ku bi bê pêngavê ve çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarine û 107 çete hatine kuştin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê encamên pêngava Medîbanê eşkere kir. Di daxuyaiyê de hat diyarkirin ku bi bê pêngavê ve çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarine û 107 çete hatine kuştin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuyaniya nivîskî de têkîldarî girîngî û encamên pêngava Medîbanê de agahî dan.
ÇETEYAN DERBEYÊN GIRAN XWARIN
Piştî rizgarkirina Şengalê, bi pêngaveke nû ya li dijî çeteyên hov ên DAIŞ’ê ku li hember gelê me û gelên me her cure êrîş pêş xistiye, derbeyek mezin lê hatiye xistin. Di vê çarçoveyê de ji 13’ê Mijdara 2015’an û vir ve, serkeftina mezin a duyemîn a li dijî DAIŞ’ê bi pêngava Medîban a ji bo bîranîna Geliyê Şîlo hatibû destpêkirin hate bidestxistin. Çete ji qadeke ku bi dirêjahî 20 kîlometre û bi firehî 10 kîlometre hatin paqijkirin û Medîban hatiye rizgarkirin.
Li vê qada ku bakurê Çiyayê Şengalê, 47. xeta rêya diçe Mûsilê û sînorê Iraq-Rojava dibin yek, gundên Medîban û Mecrîs hene. Pêngava me ji van qadan tevahî çete paqij kirin û bi serkeftinê hate biencamkirin.
Di domahiya pêngava me de qasî hate zelalkirin 107 çete hatin kuştin. Ji van çeteyan cenazeyên 73’yan kete destên hêzên me. Emîrên ku berpirsên Medîbanê Ebû Yeqîn, Ebû Yasîn, Ebû Felah û Ebû Kemal jî di nav miriyan de ne. Her wiha di operasyonan de nasnameyên çeteyên Dilşah Abdullah Selîm, Busam Ziyad Tarik, Ebû Netzer û Celîl Telafer jî hatine desteserkirin.
Di pêngavê de bi fedakariyeke mezin û bi hêza xwe ya cewherî ve 1000 şervanên YBŞ/YJŞ’ê û ji xeta sînorê Rojava jî 500 şervanên YPG/YPJ’ê cih girtine, her wiha gerîlayên HPG/YJA Starê jî piştgiriyek mezin kirine.
55 ÊZÎDÎ HATIN RIZGARKIRIN
Di vê pêngavê de 55 dîlgirtiyên Êzîdî yên ji jin, zarok, mêran pêk dihatin jî hatin rizgarkirin.
Di pêngavê de ji bilî hevalên me yên şehîd hatine îlankirin, 5 mîlîtanên şerker ên bi nirx jî şehîd ketine. Gerîlayên YJA Starê Gulçîn Dîdar (Mînare Mîna) û Zevîn Qamişlo (Rûken Alî) yên bi fedakariyek mezin di eniyên herî pêş ên vê berxwedanê de cih girtin û ji bo rizgarkirina gelê Şengalê xwe feda kirin, bi lehengiyeke mezin ve gihiştin şehadetê. Şervanê YBŞ’ê hevalê Genco Şoreşger û şervana YJŞ’ê hevala Nûjiyan jî di vê têkoşînê de bi têkoşînek lehengî gihiştine şehadetê. Dîsa di vê pêngavê de 9 şervanên me jî birîndar bûne.
ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATINE DESTESERKIRIN
4 hawanên 240'î û 12 guleyên wê
2 hawanên 60'î û 48 guleyên wê
2 doçkayên 12.5'î
16 qaîdeya katyûşa û 3 roketên wê
8 çekên BCK, 3 zincîrên û gelek fîşekên wê
4 çekên kanas û rextên wê
3 çekên B-7 û 17 roketên wê
8 fuze
2 çekên sevkaniyê yên Zagros
19 çekên Kleşê, 9 jarjor û gelek fîşekên wê
2 çekên M16, rext û gelek fîşekên wê
5 debance
2 dûrbînên bi rojê
1 maşîna Hammer
1 trakfor
1 taksî
1 bêtêl
35 guleyên hawana 82'an û gelek cebilxane hatine desteserkirin.
Di vê dema pêngavê de 8 maşînên çeteyan bi temamî hatine rûxandin. (Ji van 4 heb bi bombeyan hatibûn barkirin). 2 maşînan jî derb xwarin.”