Li Til Temirê bi mijara sistema federal civînên gel
Pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî yên ku li Til Temirê bi hev re dijîn, li seranserî Rojava civînên bi mijara sîstema federal a ji bo agahdarkirina gel li dar dixin.
Pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî yên ku li Til Temirê bi hev re dijîn, li seranserî Rojava civînên bi mijara sîstema federal a ji bo agahdarkirina gel li dar dixin.
Di civînê de endamê meclisa bajêr, nûnerên komîn û komînên gundan jî di nav de bi sedan kes beşdar bûn. Di civînê de endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê ya Cizîrê Dozdar Hemo jî amade bû.
Piştî sînevziyona ku ji dîmen û axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû berhevkirin hat temaşekirin. Di civînê de Dozdar Hemo axivî, diyar kir ku opozîsyona Sûriyeyê niha ji bo civakê armancek derxist holê. Li gel vê jî mûxalefeta Kurdan û berxwedana gelên Rojava ji nedîtî ve tên. Hemo wiha got: “Li ser gelê Rojava û Sûriyeyê şerên taybet tên meşandin. Dibêjin wê sîstema federal xaka Sûriyeyê parçe bike. Bi vê yekê dixwazin Kurdan û gelên din bikin dijminên hev. Tenê hinek şovenîstên Ereb vê dixwazin. Hinek Kurdên xayîn jî vê dikin. Abdulhekîm Beşar Fûat Alîko yek ji van kesan e. Dîsa ev bi talîmatên dewletên derve ve tevdigerin. Yek ji van jî dewleta Tirkiyeyê ye ku pêşentiyê ji vê re dike.”
Hemo bibîr xist ku Kurd êdî siyaseteke xwe hene û wiha ragihand: “ Kurd êdî xwedî fikir in. Ev fikir bi Ereban, Suryaniyan û Asûryan û bi gelên din re hevpar tê jiyîn. Ji ber vê me şehîd dan. Ji ber vê federasyon parçe nake, tam berevajî dike. Niha federasyon li Til Temir tê jiyîn.”
Hemo diyar kir ku meha Adarê meha şehîdan e û wiha anî ziman: “Di meha Adarê de îlankirina Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê pir bi wateye. Îlankirina vê bi saya hevrêyên me yên ku di çeperên şer de li ber xwe didin û bi saya gelê me yê ku tevî şerê taybet jî her tim di nava têkoşînê de ye, pêk hatiye. Niha mûxalefeta Sûriyeyê dixwaze vê îradeyê bişkîne. Ti kes nikare vê bi ser jî bixe. Ji ber ku li cem gel baweriya bi sîstema federal heye û bi saya vê jî wê bi hev re bijîn.”
Piştî daxuyaniya ku nêzîkatiyên civîna Cinêvê û mûxlefeta Sûriyeyê rexne dikir hat xwendin û şûnde dawî li civînê hat.