Li Mêrdînê 34 cerdevanan çek danîn

Li Mêrdînê 34 cerdevanan li hember êrîşên qirkirinê bertek nişan dan, çekên dewleta Tirk danîn.

Li navçeya Mehsertê 34 cerdevanan li hember polîtîkayên dorpêç û qirkirina dewleta Tirk, çekên xwe radestî qereqolê kirin. Hat ragihandin ku heman rewş li gundên Stewrê jî pêk hatine. 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tevî êrîşên qirkirinê berdewam dikin jî windahiyên dewletê hê zêdetir dibin. Çeteyên dewletê yên ku ti encaman ji dorpêçên li ser navçeyê negirtin, ji bo operasyonan cerdevanan tînin navçeyê. Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê 34 cerdevanan bertek nişanî operasyonên qirkirinê dan û bi awayekî giştî ji cerdevantiyê îstifa kirin.

Gundê Kûdê yê girêdayî navçeyê jî 10 kesên ku cerdevantî dikirin jî îstifa kirin. Li gundê Terê jî giştî 20 kesan, li gundê Favê 4 kesan îstifa kir. 34 cerdevanan, çekên xwe radestî Fermandariya Jendermeyan a navçeyê kirin.

Hat ragihandin ku li gel vê li hinek gundên Stewrê jî heman tişt hatine jiyîn û hinek cerdevanan çekên xwe danîne û îstifa kirine.