Demîrtaş: Tora Erdogan û Davûtoglû polîtîkayên wehşetê îmze kirin

Demîrtaş diyar kir ku tirsa hikûmeta AKP’ê ne xendek e, destên ku gelê Kurd dirêj kiriye, li rojavayê Tirkiyeyê li valatiyê nehiştin e, destnîşan kir ku bi dorpêç û qetlîaman difikirin ku wê sibehekê her kes bibe AKP’î.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Colemêrgê de axivî, diyar kir ku tirsa hikûmeta AKP’ê ne xendek e, destên ku gelê Kurd dirêj kiriye, li rojavayê Tirkiyeyê li valatiyê nehiştine, destnîşan kir ku bi dorpêç û qetlîaman difikirin ku wê sibehekê her kes bibe AKP’î.

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Colemêrgê, Yekemîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlîbûna Hevseroka Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve li Salona Otogarê li dar xist. Ji bilî Demîrtaş, Parlamentera Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe, endamên Meclîsa HDP’ê, endamên KJA, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û saziyên civaka sivîl tevlî kongreyê bûn. Ji salona ku wêneyên Ocalan û pankarta “Em sibehê ji îro ava dikin” hatibûn daliqandin, dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Geverê” bilind bûn.

Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî, beşdarvan silav kir, got: “Em di pêvajoyek awarte de kongreya xwe li dar dixin. Em li ser axa xwe, di bin şerê ku feraseta AKP’ê daye destpêkirin, hovîtiya hikûmeta AKP’ê pêk tîne, di bin qetlîaman de kongreya xwe li dar dixin.” Demîrtaş got di hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarî de li Şirnex, Colemêrg, Wanê hema hema ji dengan sedî 90 girtine, wiha dom kir: “Ev pir bi wate ye. Lê qiymetê vê nizanîbûn. Fikirîn ku Kurdan li şûna dengdayina HDP’ê biryara Tirkbûyinê dane. Fikirîn ku wê bîatî yek netew, yek etnîsete, yek zimanî bê kirin. Li Enqereyê tora Erdogan û Davûtoglû, çeteyên wan li şûna vê qiymeta HDP’ê fêm bikin, li şûna destên dostaniyê yê ku gelê Kurd dirêjî rojavayê Tirkiyeyê kir bigirin, ji 7’ê Hezîranê ve polîtîkayek hovîtiyê îmze kirin.”

Demirtaş, gotina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglu ya ‘HDP’ê soza partibûyina Tirkiyeyê da. Lê, nikare bibe” bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Ew her dem bi feraseta yek ziman, yek al, yek netew û yek reng têdikoşin. Ev feraseta faşizmê ye. Elmanan cihû di komkujiyê re derbas kirin. Ev silogana yek ziman yek al û yek nasname silogana Partiya Nazî ya Hitler e. Niha Davutoglu û Erdogan bi salan in heman siloganan diqîrin. Bi gotina yek ziman, yek nasname û yek ol, hûn nikarin bibin partiya Tirkiyeyê. Niha hûn di bin bêvila me de li Colemêrgê şerê hov dimeşînin. Ji ber ku gelê Rojava bi destê gelê Kurd ê aştiyê girt. Meseleya vî şerî ne xendek û barîkat in. Me beriya 7'ê Hezîranê çi got, niha jî em heman tiştî dibêjin. AKP wisa difikire ku wê bi kuştinê û înkarê her kesî bike AKP'î. Lê, ti kes bi kuştinê nabe AKP'î. 

Demîrtaş, bal kişand ser kongreya KCD'ê jî û destnîşan kir ku heta niha wan bi dehan caran aştî xwest û wê dîsa di aştî û çareseriya demokratîk de û di siyaseta demokratîk de israr bikin. 

Demîrtaş, bal kişand ser destdirêjiyên li dijî 45 zarokên li Yurda Vakfa Ensarê jî û wiha berdewam kir: "Ji bo ku zerar negêje Vakfa Enzar hemû bêexlaqiyan diparêzin. Wê bûyera tecawiza 45 xwendekaran derkeve holê. Dema zarokek siloganê davêje hûn bi lezgîn dixin girtîgehê. Lê, zarokên rastî tacîz û tecawizê tên derbarê tacîzkaran de ti tişt nayên kirin. Em li dijî înkar û îmhaya AKP'ê bêdeng namînin. Ev faşîzma wê di nava tirsa xwe de tune bibe. Jixwe hikûmet di aliyê derûnî de têk çûye. " 

Piştî axaftina Demîrtaş, kongre bi xwendina rapora xebat û maliyeyê berdewam kir. Piştî xwendina raporan rêveberiya nû hate hilbijartin.