Meclîsa Gel a Şirnexê: Berxwedan bi biryardarî didome
Hevserokên Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît û Ayşe Çîftçî daxuyaniyek hevpar weşandin û destnîşan kirin, li taxên ku dewlet ev 13 roj in bi çekên giran êrîşê lê dikin, moral û vîneke mezin heye.
Hevserokên Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît û Ayşe Çîftçî daxuyaniyek hevpar weşandin û destnîşan kirin, li taxên ku dewlet ev 13 roj in bi çekên giran êrîşê lê dikin, moral û vîneke mezin heye.
Hevserokên Meclîsa Gel a taxên xwerêveberiyê yên Şirnexê li ser berxwedana li bajêr daxuyaniyek weşandin.
Ji taxên berxwedanê yên Şirnexê, ku ev 13 roj in dewleta Tirk hewl dide vîna Kurdan lê bişikîne, mesajek hat. Hevserokên Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît û Ayşe Çîftçî daxuyaniyek hevpar weşandin û destnîşan kirin, li taxên ku dewlet ev 13 roj in bi çekên giran êrîşê lê dikin, moral û vîneke mezin heye.
DEWLET NIKARE BI PÊŞ DE BIÇE
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, 7 taxên berxwedana xwerêveberiyê lê didome jî di nav de li 12 taxên Şirnexê şerekî mezin ê vînê tê meşandin û hat ragihandin, hêzên dewletê yên ku dikin nakin nikarin xwe nêzî taxan bikin, ji neçarî xwe vekişandine dora bajêr.
Hevserokan diyar kirin, gel û hêzên xweparastinê yên li taxan bi biryardarî li ber xwe didin û careke din hat bibîrxistin, ku Botan wê ti carî têk neçe.
SILAV JI GEVER Û NISÊBÎNÊ RE
Di daxuyaniyê de, ji bo vî şerê mezin ê vînê banga tevlîbûnê li gel hat kirin û hat gotin, "Li hemberî her şêwe êrîşên dewletê li Kurdistanê, bi taybetî li Nisêbîn, Gever û Şirnexê niha berxwedaneke mezin tê nîşandan. Em hemû hêzên xwe yên xweparastinê û gelê xwe yên di vê berxwedanê de cih digirin, silav dikin.
Me, berxwedana mezin a beriya niha hevrêyên me li Cizîr, Silopiya, Sûr û gelek bajarên din nîşan dan û kevneşopiya têkoşînê ya li Kurdistanê ji xwe re kirin rêgeh. Em li ser şopa hevrêyên xwe Pakîze Nayir, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û hemû hevrêyên xwe yên di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd ketine. Em ê ti carî ji vê rêyê venegerin. Divê gelê me bi vê zanibe.
EM JI XWE BI SER KETINE
Pêwîste mêtînger vê baş zanibin; ji xwe me ev şer ji zûdeyî qezenc kirine. Û em ê van destketiyên xwe bi Kurdistana Xweser re tacîdar bikin. Banga me li gelê me ew e; axa mirî ji xwe xwe bavêje. Mêtîngeran ji niha ve winda kirine. Bi taybetî divê gelê Botanê, di serî de gelê Qilaban, Basa, Cizîr û Silopiya pêwîste hemû gund û bajar xwedî li berxwedana mezin a Şirnexê derkevin.
'DENGÊ XWE TEVLÎ YÊ CÛDÎ, GABAR Û BESTAYÊ BIKIN'
Divê ji Cûdî, ji Gabar, ji Bestayê, ji her aliyên li dora bajêr ber bi bajêr ve meş bê destpêkirin. Bi rengekî hêjayî berxwedana li nava bajêr, divê gelê me dor li bajêr bigire û xwedî li zarokên xwe derkeve."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Silav ji hemû berxwedêran re. Em ê ji sedî sed bi ser kevin."