Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Meşayik danûstandinên Cenevre-3 rexne kir û got, "Ti civîn, bêyî temsîliyeta vîna Kurdan û Rojava, bi ser nakeve."
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Mûstafa Meşayik, sedema têkçbûna ENKS'ê ku bi xwe di damezrandina wê de amade bû, polîtîkayên kes û rêxistinên îro xwe weke ENKS'ê bi nav dikin, ji ANF'ê re nirxand.
'LI ŞÛNA YEKÎTIYA KURDAN RABÛN XWE NÊZÎ TIRKIYEYÊ KIRIN'
Meşayik bibîr xist, piştî destpêkirina tevgera gel li Sûriyeyê, ji bo avakirina yekîtiya siyasî di navbera Kurdan de, wan di nabera TEV-DEM û ENKS'ê de sîwana yekîtiya siyasî ava kirine û got, "Di destpêkê de em 11 partiyên siyasî yê Kurd bûn û PYD jî di nav de bû. Pêvajoyeke gelekî zehmet bû, me nikarîbû kongreyeke gelekî urt pêk bînin. Em hingî di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) de bûn. Bi vê yekîtiyê re me xwest Kurdên li Sûriyeyê bi hev re pêşeroja xwe diyar bikin. Ji xwe piştre me li Hewlêr û Duhokê du civîn pêk anîn. Hin partiyan nexwestin bi me re tevbigerin. Yek ji van jî PDK-S a Fûat Elîko bû. Di navbera TEV-DEM'ê û hin partiyan de pirsgirêk derketin holê. Me got, 'em pirsgirêkan deynin aliyekî û çareseriyekê peyda bikin'. Piştî civînên Duhok û Hewlêrê ji xwe hin partî ji me qetiyan û ketin bin bandora Tirkiyeyê. Eger Mesûd Barzanî bixwesta, dikarîbû bi rêya telefonekê jî ev helwesta PDK-S biguheranda."
'JI BO YEKÎTIYÊ XERA BIKIN, HINCET AFIRANDIN'
Meşayik da zanîn, ew di nava hemû civînên pêvajoya desteya şêwirmendiya siyasî de amade bû û destnîşan kir, ku ev du partiyên îro ENKS'ê pêk tînin, hingî yekîtiya hat avakirin qebûl nekirin û li şûna wê jî ti pêşniyareke yekîtiyê nekirin.
Meşayik axaftina xwe wiha dewam kir: "Me ji wan re gotin, 'em komîte ne, hûn me weke komîte qebûl dikin?; eger pêşniyarek we hebe ji me re bêjin, em ê jî ji wan re (TEV-DEM) bêjin'. Lê tiştek negotin. Me 15 roj wext ji wan re nas kirin û dan xuyakirin, ku di nava vê demê de meseleya îdarî û leşkerî dikare were çareserkirin. Lê piştî ku em ji civînê derketin, hin partiyên di nava ENKS'ê de cih digirtin piştî 2 rojan dan xuyakirin ku ew xwe ji desteya şêwirmendiya siyasî vedikişînin. Bi vê helwesta xwe re nîşan dan ku ti carî naxwzin yekîtî pêk were û naxwazin xizmetê ji Kurdan re bikin."
Meşayik destnîşan kir, ku baş bû TEV-DEM'ê mîna wan nekir û xebatên xwe dewam kir. Meşayik got, "Eger TEV-DEM'ê mîna ENKS'ê bikira, ev destketiyên îro yên Kurdan wê nehatibûna qezenckirin."
'ME NEXWESTIN DI NAVA RÊXISTINBÛYÎNEK KU TIŞTEKÎ JI KURDAN RE NAKE, CIH BIGIRIN'
Mûstafa Meşayik da xuyakirin, ku du partiyên xwe weke ENKS'ê bi nav dikin, tevî ku xwe nêzî yekîtiya Kurdan nekirin, pêşniyar li wan kirin ku tevlî mûxalefeta Siûdî bibin û got, "Em tevlî vê nebûn, ji ber ku di peyman û lihevkirina navbera wan de bi ti awayî cih nedabûn Kurdan. Yanî me dît ku di vir de ti berjewendiyeke Kurdan nîne, lewma me nexwest di nav de cih bigirin. Ti projeyeke ENKS û mûxalîfên Sûriyeyê ji bo Kurdan nîne. Ji ber vê yekê partî û şexsiyet ji ENKS'ê qut bûn. Em neçar man partiyeke yekîtiyê ya ji 5 partiyên siyasî, gelek rêxistinên civakî yên sivîl û mirovên serbixwe ava bikin.
Em ji bo Sûriyeya Demokratîk û Rojava ya Azad xebitîn. Di damezrandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de weke 5 partiyên ji vê yekîtiyê em amade bûn. Her wiha di nîqaşkirin û ragihandina sîstema federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de em amade bûn. Em vê projeyê dipejirînin.
Ji ENKS'ê îro tiştek nemaye. Dibe ku gotina wê nexweş be; lê eger PDK îro rabe desteka xwe ji ENKS'ê vekişîne û pereyan nedê, di nava ENKS'ê de wê çend kesên mayî jî nemînin. Dewletên mîna Tirkiyeyê jî li ser bingeha dijminatiya li Kurdan destekê didin wan."
'NE ENKS, DIVIYABÛ NÛNERÊN KURDAN LI CENEVRE-3 BIHATA TEMSÎLKIRIN'
Meşayik der barê danûstandinên Cenevre-3 de diyar kir, hêzên li ser gelê Kurd û gelên Sûriyeyê xwedî proje ne, tevlî li van danûstandinan nayê kirin, lê li şûna wan kesên mîna yên ENKS'ê beşdar dikin. Meşayîk got, "Ew ti carî nikarin Kurdan temsîl bikin." Meşayik destnîşan kir, bêyî temsîlkirina vîna Kurdan û Rojava ti civîn nikare bi ser keve.
'LI SER DAXWAZA TIRKIYEYÊ, ÊRÎŞÎ SÎSTEMA FEDERAL DIKIN'
Meşayik ragihand, yekane projeya dikare Sûriyeyê ji nava krîzê û şer derxîne projeya Sûriyeya Federal a Demokratîk e û anî ziman, ENKS'ê bi helwesta xwe ya li hemberî ragihandina Sîstema Federal a Demokratîk re rûyê xwe yê rast nîşan daye.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Mûstafa Meşayik di dawiya axaftina xwe de got, "Li Sûriyeyê ev pênc sal in krîzeke cidî heye. Niha dewlet li Sûriyeyê nemaye. Ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê li gorî me yekane rêya çareseriyê avakirina sîstema federal a demokratîk e. Lê mixabin hin derdorên Ereb ên şoven û hin Kurdên di bin bandora Tirkiyeyê de ne, hewl didin vê projeyê pûç bikin. Vana xwe weke ENKS pênase dikin. Îro rastiya wan baştir derketiye holê û gelê me rûyê wan ê rast dibîne. Ti feyda van li Kurdan nabe. Daxuyaniyên wan ên li Cenevre-3 jî rûyê wan ê rast nîşan dan."