Li Şirnexê şer û bomberdûmanên dijwar
Çeteyên dewleta Tirk ên li Şirnexê, di roja 13. de Taxa Bahçelîevlerê bi awayekî dijwar bombe dikin, li Taxa Dicleyê jî şerên dijwar pêk tên.
Çeteyên dewleta Tirk ên li Şirnexê, di roja 13. de Taxa Bahçelîevlerê bi awayekî dijwar bombe dikin, li Taxa Dicleyê jî şerên dijwar pêk tên.
Çeteyên dewleta Tirk ên li Şirnexê, di roja 13. de Taxa Bahçelîevlerê bi awayekî dijwar bombe dikin, li Taxa Dicleyê jî şerên dijwar pêk tên. Tank û obusên ku li herêma Sîn û Ber ya li bejahiya Taxa Bahçelîevler û Gumuştepe hatine bicihkirin, bê navber taxan bi awayekî dijwar bomberdûman dikin. Hat dîtin ku di bomberdûmanê de gelek mal hatin hilweşandin û di malan de şewat derket.
Li aliyê din li Taxa Dîcle ya dikeve Bakurê Taxa Bahçelîevlerê şerên dijwar pêk tên. Têkildarî kuştî û birîndarên şer hê ti agahî nehatine bidestxistin; gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hate kirin. Hat dîtin ku ambûlansên navborî ber bi 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ve diçin.
Çeteyên dewletê yên ku nikarin bikevin taxan derdor ketober didin ber guleyan, wesayîtên zirxî jî bê navber li taxan guleyan direşînin.