Li Kobanê meş û mîtînga li dijî tecrîda li ser Ocalan

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kobanê meşeke gireyî hat lidarxistin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî organîze kir. Meş bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajar û gundên Kobanê, nûnerên partiyên siyasî, rêveberiyên xweser ên Kobanê û Girê Spî, saziyên civakî yên sivîl, Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Rojava, welatiyên ji hemû pêkhateyên Girê Spî li Taxa Kaniya Kurdan destpê kir.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG, YPJ, PYD, PDKS, PKK, Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Rojava û pankartên bi nivîsên, "Em tecrîda li ser Rêber APO şermezar dikin", "Em ê bi ruhê milîtaniya Apoyî tecrîdê bişikînin û bi ronahiya şehîdan tolê hilînin", "Êdî bes e ji bêdengbûna navneteweyî re", "Bi tecrîdê vîna gelê Kurd nayê şikandin" hatin vekirin.

Girseya gel her wiha di meşê bênavber dirûşmeyên weke, "Bê serok jiyan nabe" dirûşmeyên ku berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin, berz kirin.

Di dema meşê de xwediyên dikanan jî deriyên dikanên xwe girtin û tevlî meşa bûn.

Piştî meşa ku li ber peykerê berxwedana jina Kurd bi dawî bû, li vir mitîngek hate lidarxistin. Di mîtînga ku bi rêzgirtinê destpê kir de axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin.

Di mitîngê de Hevserokê Meclîsa TEV-DEM`ê ya Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Îto got: "Îro êrîşên ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê li ser gelê Kurd çêdibin berdewama kompoloya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lê dijmin çiqasî bi hovane êrîşî gelê Kurd bike jî, ti carî nikare têkoşîna gelê Kurd a di bin felsefya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rawestîne."

Mîting piştî axaftinan bi dirûşmeyan bidawî bû.